Galaya belgefilmê bi navê SÎPANO wê li Stenbolê pêk were. Bernameya galayê wê 16ê Çiriya Paşiyê li Şa Performansê bi rê ve biçe. Piştî nîşandana filmî wê derhêner Sînan Yildiz behsa çîroka filmê xwe bike.
Chalak Evenst bernameyê li dar dixe ku bilêtên galayê li Şa Performans, Nînova Taksîmê û Beybûn Cafeyê peyda dibin.
Fîlmê ku derbarê çîrokeke koça berevajî de ye qala hezkirina xwezayê, gelek hêmanên ekolojîk jî dike. Fîlm bêtir li ser karekterekî ye û qala çîroka Burhan Cangoyî dike ku piştî 10 salan dev ji Stenbolê berdide û vedigere gundê xwe bu çandiniyê re mijûl dibe. Di fîlm de fikr û ramanên Cangoyî, hizra wî ya li hember xwezayê, çandiniya wî ya axê bi zimanekî sînematografîk tê nîşandan. Carinan hin karakterên din jî dikevin fîlmê ku bê navber karakterê sereke dişopîne û bi vî awayî kontrasta çavê wan û ya Cangoyî çêtir tê famkirin.
Derhênerê filmî Sînan Yildizî pirsên bianet kurdiyê yên derbarê filmî de bersivand.
SÎPANO projeyek bû an ji nişka va derket holê?
“Na ne projeyek bû. Ji nişka ve derket holê, wek ku têkevim nava macerayekê dest pê kir. Min Bûrhan Cangoyî berîya çend salan li cihekê nas kir. Wê demê ji bo fîlmekî ez li alav û karakteran digerîyam. Çawa ku min Bûrhan jî dît min xwest herim cem wî û wî nas bikim. Min jê re gotibû “teqez ê te di fîlmekî xwe de bidim leyistin.” Pir kêfa wî hatibû.
Ji xwe dema min ew dîtibû bi wê tarza wî ez difikirîm ku ew şanogerek e. Lê ne wisa bû. Nebû qismet ku em bi hev re bixebitin. Piştî çend salan rojekê min dît li ser medyaya civakî wêneyek parve kiriye; li ser rê ji xwe re dezgehek ava kiriye û kundir, zebeş û firingiyan difiroşe. Yekser lê gerîyam û min jê pirsî bê ka ev çi tişt e. Ji min re got “êdî Stenbol dê tunebe.” Piştî min telefonê girt dotira rojê ketim rê û çûm cem Bûrhanî. Dema ketim rê min jî nedizanî dê çi derkeve pêşberî min, lê min hîs dikir ku dê tiştekî baş derkeve holê. Piştî ku gihîştim wir û bi Bûrhanî re axivîm di serê min da ti guman jî nema û me dest pê kir. Yanî ew ronahîya ku min berîya çend salan dîtibû, riya me ronî kiribû.”
Belgefîlmî erênî yan jî neyinî bandoreke çawa li ser te kiriye?
“Ez berîya belgefîlmî dudilî bûm. Lê piştî belgefîlmî min jî biryar da û min ji xwe re got “Êdî Stenbol dê tunebe.” Hîsek, ceribandineke pir xweş e dema bi lehengê dişopînî re xwe berdidî xwezayê, pê re diherimî. Pêvajoya kişandina vî fîlmî ji bo min rêwîtiyeke navxwe bû.”
Ma te dev ji Stenbolê berdaye?
“Helbet, bi dilekî rihet min dev ji Stenbola ku deh salan lê jiyam berda. Helbet ya min ne ji bo çandinî an jî cotkarîyê bû. Ez ji bo zêdetir biafirînim vegeriyam welatê xwe. Bawerîya min pir bi karên samîmî tê.”
Em dikarin bêjin “Te xwestibû Bûrhan Cangoyî biafirînî” lê wî tu afirandiyî?
“Bi rastî jî eynî wisa bû. Wek min gotiye, ev fîlm ji bo min rêwîtiya navxwe bû. Rêwîtiya ber bi “xwebûna” ku min li pey xwe hiştibû. Tenê ne karakterê sereke bû sedema vê yekê; Çiyayê Sîpano, Behra Wanê û naskirina mirovên nû jî bandor li ser min kirin. Tevlî van hesta min a afirandineke cuda kir ku biryareke wisa bidim.
Derbarê Sînan Yildizî de
Di sala 1986ê de li Şirnexê ji dayîk bûye. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li wê derê xwendiye. Di sala 2006ê de li Zanîngeha Bahçeşehîrê beşa Mamostetîya Kompîterê qezenc kiriye.
Şeş salan li Stenbolê him hewl da zanînghê bixwe, him jî hewl dide xeyala xwe ya zaroktîyê ango sînemavantîyê bi pêş bibe û tiştên ku fêr bûye ne tenê li ser perdê nîşan bide li pişt kamerayê jî pêk bîne.
Tevlî çend kurs û karên kurtefîlaman bûye. Ev 3 sal in bi awayekî profesyonel kar dike. Li ajanseke reklaman karê derhênerîyê dike. Showreelên gelek bajaran çêkiriye. Bi taybetî jî showreela bajarê Cizîrê kete rojeva welêt..
Fîlmografiya Sînan Yildizî
-Kaniya Liço - Metrajdirêj, Dem: 60 dq, ziman: Kurdî, 2012, Şirnex
-Mahur Beste - Metrajdirêj, Senarîst-Derhêner, Dem : 90 Dq. Ziman : Farsî, Tirkî, 2012 Stenbol, (Ji sedî 80yê fîlmê qediyabe jî ji ber bêdefetiyê nehatîye temamkirin.)
-Belgefîlma Sîpano, Dem:40 dq, Ziman: Kurdî
- Projeya Anîmasyona 3Dê - Projeya Zanist Îsmaîl El-Cezerî, Dem: 10 dq
- Fîlmê Danasîna Bajarê Mezin ê Mêrdînê, 2016
- Fîlmê Danasîna Cizîrê, 2017
- Fîlmê Danasîna Dêrikê, 2017
- Fîlmên Danasîna Geştê ya Nisêbînê
(GN/FD)