Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê aşkere kiriye ku ji ber nîşandana hin fotografan wan lêpirsînname ji bo 4em Kongreya Asayî ya HDPyê daye destpêkirin.
Buroya Ragihandin û Medyayê ya Serdozgeriyê daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku “Ji ber nîşandana fotografên Abdullah Ocalanî a li kongreya HDPyê, ji bo 14 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn”.
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de axivî bû û bang li dozgerên komarî kiribû ku lêpirsînnameyê ji bo Kongreya HDPyê amade bikin.
Piştî vê daxuyaniyê bi çend saetan serdozgeriyê lêpirsînname amade kiriye û biryara desteserkirinê daye.
4em Kongreya Asayî ya HDPyê 23yê Sibatê li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hatibû. Di ecnamê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi denê 838 delegeyan weke hevserokên giştî yên nû hatibûn hilbijartin. (AS/FD)