Fotograf: Bilal Seçkin
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Ayhan Bîlgen, Hevşaredarê Qersê hate girtin û Şevîn Alaca Hevşaredara Qersê hate desteserkirin û ji wezîfeyê hate dûrxistin, qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kirine.
Wezareta Karûbarên Navxweyî, Walî Turker Oksuz weke qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kiriye.
Ayhen Bîlgen, Hevşaredarê Qersê di 25ê îlonê de hatibû desteserkirin û îro hate girtin. Bîlgenî bi rêya parêzerên xwe daxuyaniyek weşandibû û gotibû: “Heta dema desteserkirina min biqede heke qeyûm nehatibe tayînkirin, ez ê dest ji wezîfeya xwe ya Şaredariyê berdim.”
Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê jî duh (1ê Çiriya Pêşiyê) tevlî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Qersê û endamên meclîsa şaredariyê hatibû desteserkirin. Wezareta Karûbarên Navxweyî, Alaca û 6 endamên meclîsa şaredariyê ji wezîfeyê dûr xistibûn.
Hejmara qeyûman derketiye 48an
Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019an polîsan avêtibûn ser malên hevşaredarên HDPyê û ew desteser kiribûn. Paşê jî qeyûm tayîn kiribûn li ser wan şaredariyan.
HDPyê di wê hilbijartinê de sê jê bajarên mezin, pênc bajar, 45 navçe û 12 jê bajarok, li ser hev 65 şaredarî bi dest xistibû.
Heta niha qeyûm ji bo 47 şaredariyan hatibû tayînkirin. Bi tayînkirina qeyûmî ya ji bo Şaredariya Qersê, hejmara şaredariyên ku qeyûm tayînî wan kirine, gihîştiye 48an. Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi sedema ku beriya hilbijartinê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbata nedabû 6 şaredarên HDPyê. (RT/FD)