Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan jinên beşdarî xwenîşandana şevê ya 8ê Adarê bûne bi gotinên “banga melayî protesto kirine” weke hedef nîşan dabû. Piştî vê axavtinê komek bi slogana “bila destên we yên dirêjî banga melayî bûye bişikê” li Taksîmê kom bûye.
Polîsan berê komê daye Bûlwara Tarlabaşiyê. Endamên komê xwestiye ku ber bi avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Tarlabaşiyê ve bimeşin.
Polîsan bi guleyên plastîk mudaxele li wan kiriye û ew bela kirine.
Kom dîsa ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiya ye lê polîsan dîsa berê wan daye Bûlwara Îstîklalê.
Kaya: Dixwazin nirxên olî istismar bikin û rastiyan berovajî bikin
Di vê navberê de endam, xebatkar û rêveberên HDPyê li ber avahiyê nobet girtine.
Parlamentera HDPyê ya Stenbolê Huda Kaya jî li gel wan nobet girtiye. Kayayê wiha gotiye:
“Ev tiştên ku niha çêdibin nîşan dide ku desthilatdar dema em ber bi 31ê Adarê ve diçin, winda dike. Êdî nema dikarin tiştekî derbarê aboriyê, edalet, azadî, aştî, mirovatî û exlaqê de pêşkêşî mirovan bikin. Hemû tişt pûç kirin, rapeç kirine, tune kirine. Dixwazin rastiyan berovajî bikin û seltenata xwe berdewam bikin.
“Tenê tiştek di destê wan de maye, dixwazin nirxên olî, hesasiyetên mirovan, pîrozbahiyên wan istismar bikin istismar bikin û rastiya berovajî bikin.”
Komek jî li Tepebaşiyê kom bûye
Di heman demê de koma bi navê Ulku Ocakları ya neteweperestiya tirkan dikin saet di 23.00ê de li ber Lîseya Galatasarayê kom bûye.
Endamên kolê ber bi Tepebaşiya Beyoglûyê meşiya ne û li vir daxuyanike dane çapemeniyê. (EKN/FD)