* Fotograf: Aziz Aslan - Diyarbakır / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza kuştina Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê îro li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çûye.
Heyeta dadgehê hemû daxwazên malbata Elçiyî ya derbarê usule de qebûl nekiriye. Li ser vê rewşê parêzerên malbatê daxwaz kirin ku bila heyeta dadgehê were guhertin.
Heyetê daxwaz rêkiriye 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Dadgehkirin wê 3yê Adara 2021ê dewam bike.
Ji ber şewba Covid-19ê kêm kes girtine nava salona dadgehê. Li gel parêzerên Baroya Amedê gelek serokên baroyan, parêzer, nûnerên rêxistinên sivîl, Sema Kiliçer, endama Delegasyona Yekîtiya Ewropayê, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dersîm Dag, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier û Necdet Îpekyuz, parlamenterên HDPyê, Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterê CHPyê û Ahmet Şik, Parlamenterê serbixwe beşdarî danişînê bûne.
Dadgehê bi sedema şewba Covid-19ê hin rojnameger nexistine salona dadgehkirinê.
Li ser hesabê medyaya civakî yê parêzeran birêxistin kirine pêşketinên derbarê dozê de tên weşandin.
Dadgehkirin li derdora saet 11.30 deqîqeyan bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kiriye. Kurteya îdianameyê hatiye xwendin.
Polîsên bersûc bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûne.
Heyeta dadgehê beriya daxwaza beşdaran biryar da ku li îfadeyên bersûcan guhdar bikin. Fîkret Îlkîz, parêzerê malbata Elçiyî gotiye ev ne li gorî usula dadgehkirinê ye û li hemberî vê biryarê derketiye. Lê dadgehê daxwaza Îlkîzî qebûl nekiriye.
Parêzerên malbata Elçî daxwaz kirin ji bo darizandin bi çalak were kirin wesfê sûc, girîngiya dozê, têkoşîna bi bêcezakirinê re dîroka danişînek were diyarkirin ku bersûc beşdar bibin.
Serokê dadgehê bi rêya SEGBÎSê ji bersûcan pirsa dixwazin beşdarî danişînê bibin an nabin kir. Bersûcan got ew dixwazin li bajarên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ku bersûc beşdarî danişînê red kir.
Heyet bêyî ku daxuyaniyekê bidin ji bo rewşê gotûbêj bike ji salonê derketiye.
Piştî navberê, Cîhan Aydin, Serokê Baroya Amedê axiviye û gotiye: “Birêz Serok em îro helwesteke wiha dibînin ku ne li gorî dadwerekî ye. Hûn hemû daxwazan red dikin. We 3 caran navber daye. 5 sal in me sebir kir ji bo vê lêpirsînê. Edî wê sebra me ji bo vê bêhiqûqiyê nebe. Ji bo gotûbêjê em daxwaza navberê dikin.”
Heyeta dadgehê dîsa navber dayê.
Qeyda 13 saniyeyan “winda ye”
Parêzer Mahsûnî Karamanî aşkere kiribû kû di dîmenên kameraya polîsan de 13 saniye winda ye û dema kuştina Elçiyî di wan 13 saniyeyan de ye:
“Di dîmenan de bal li ser reva du milîtanên PKKyê ya ber bi Minareya Çarling e. Hemû dîmen bêyî qut bibe dewam dike, hemû pêvajo tê dîtin. Di qeyda dîmenan de tekane tiştê qut bûye, peyda Şûbeya Fotofilmê ye. Dîmen bi wî tiştî dicemide ku Elçî deng dibihîze, diveciniqe. Heman qeyd bi wî tiştî destpê dike ku du militan dikevin nava kolanê. Me qeydên dîmenan dan ba hev. Di wê qeydê de 13 saniye valakî, qutbûn heye. Tahîr Elçî aha di wan 13 saniyeyan de tê kuştin.”
Forensic Architecture, ajansa lêkolînê ya Zanîngeha Londonê lêkolîneke edlî derbarê kuştinê de kiribû. Li gorî saziyê, gumana zêde li ser polîsên li cihê bûyerê hene.
“Hûn ne bêalî ne”
Piştî navberê parêzeran daxwaza axavtinê li heyeta dadgehê kiriye, lê heyete gotiye ku parêzer sîstema danişînê têk birine.
Turkan Elçî, parêzera şikayetkar xwestiye biaxive û behsa hest û ramanên xwe bike. Elçiyê gotiye “Heta ez hatim vir baweriya min a bi we qediya.”
Heyetê biryar daye ku Turkan Elçiyê hişyar bikin û heke na wê ji salonê derxin.
Parêzerên malbata Elçiyî daxwaz kirine ku heyeta dadgehê were guhertin. Lê heyeta dadgehê biryar daye ku parêzer bi darê zorê ji salonê werin derxistin. Lê parêzeran îtiraz kiriye û bi vî awayî dadgehkirinê dewam kiriye.
Heyeta dadgehê ji bo daxwaza parêzeran a ku gotine em heyeta dedgehê red dikin û bila bê guhertin binirxîne, navber daye dadgehkirinê.
Di îddîanameyê de çi heye?
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. (AS/FD)