Li Portekîzê rojnameger piştî 40 salan cara pêşiyê ji bo daxwaza mafên xwe dest bi grevê kir.
Di 18ê Kanûna Paşiyê de kongreya Sendîkaya Rojnamegeran a Portekîzê (SinJor) pêk hatibû. Di wê kongreyê de bi yekdengî hatibû pejirandin ku grevek çêbibe. Her weha sendîka û komeleyên din ên rojnamegeran jî piştgiriyê didin grevê.
SinJor dixwaze mehaneyên rojnamegeran zêde bibin, peymanên kar bêhtir îstîkrar tê de hebin bên amadekirin, heqê karkirina zêde yê aqilane, ji bo zor û zehmetiyên di dema karkirina şemî û yekşeman û bi şev de zêdetir pereyan bidin û hin tiştên din pêk bên.
Sendîka her weha dixwaze ku dewlet bi berpirsiyariya xwe rabe û ji ber ku rojnamegerî di Destûra Bingehîn de weke karê civakî hatiye penasekirin, divê piştgiriyê bide wan.
Ji ber grevê li seranserê welêt li çendîn bajaran çalakî li dar xistin. (HA/FD)