Li Amedê piştî çar salan wê pêşangeha pirtûkan li dar bikeve. Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê, wê di 16ê Kanûna Pêşiyê de pêk bê û heta 24ê heman mehê dewam bike.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û şîrketa bi navê Eylül Fuarcılıkê li avahiya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûr Rojhilat civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li gorî nûçeya MAyê, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, xwediyê Weşanxaneya JJyê Azad Zal, Koordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev, nivîskar Şeyhmûs Dîken, Midûrê Giştî yê Eylül Fuarcılıkê û nûnerên weşanxaneyan beşdarî civînê bûn.
9 rojan wê dewam bike
Serokê DTSOyê Mehmet Kayayî diyar kir ku ji ber bihayên lojîstîkê, pandemî û hin pirsgirêkên din, bûne asteng li ber çêkirina pêşangehan. Kayayî got ku pêşangeha wan wê 9 rojan bidome: “ Di warê çanda xwendin û guhdarîkirinê de ku yek ji taybetiyên herî girîng ên herêmê ne, dê di atmosfereke cejnê de fûarek bê lidarxistin. Di vê wateyê de em texmîn dikin ku ev fûara bendewariya Amedê ye, wê di warê mêvanan de bigihêje asteke rekorê.”
Nivîskar Şeyhmûs Dîkenî jî diyar kir ku wan komîteyek ji bo pêşangehê saz kiriye û nûnerên 10 weşanxaneyên navendên piraniya wan li Amedê ne û pirtûkên kurdî diweşînin di lijneya vê Komîteyê de ne. Dîkenî destnîşan kir ku “fûarên pirtûkan ne tenê pêşengehên pirtûkan ne” û hemû beş di van fûaran de cih digirin: “Ew ê bibe fûareke pirzimanî û pirçandî ya balkêş.” (FD)