Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di Kanûna Pêşiyê ya 2017an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (STE) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn STEyê di qutiyên plastîk de li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatibûn veşartin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek din ji wan cenazeyekî din radestî malbata wî hate kirin. Hestiyên Nîzamettîn Gokalan ê HPGyî ku di şerekî sala 1999an miribû, îro ji aliyê birayên wî Nûman û Mûstafa Gokalan ve hatine wergirtin.
Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anadolûyê Ayhan Yildiz û rêveberên komeleyê jî bi malbatê re bûn. Leşkerên ku goristan dorpêçkirin nehiştin malbata Gokalan bikeve goristanê. Hestiyên Gokalan di nava darbestekê de bi wesayîta veguhestina cenaze derveyî goristanê radestî malbatê hatin kirin.
Kekê Gokalan, Nûman Gokalan di derketina goristanê de qala têkoşîna wan a bi salan a ji bo gihiştina cenazeyê birayê xwe kir. Gokalan, daye zanîn ku beriya 5 salan ji bo testa DNAyê mînaka xwînê dane STEyê lê ji wan re gotine ku “Divê an dayik an jî bav mînaka xwînê bide: “Her duyan jî rehmet kiriye. Em jî par di meha Hezîranê de çûn gund, me gora bavê xwe vekir û mînaka DNAyê girtin û testa DNAyê ji hev girt.”
Lêgerîna 23 salan
Gokalanî, aniya ziman ku birayê wî di sala 1999an de di şerekî li herêma Xerzanê de can daye û demeke dirêj nedizanîn ku cenazeyê birayê wî li goristana Xerzanê ye. Gokalanî bi lêv kiriye ku piştî sala 2017an goristan hilweşandin û cenaze revandin, bi îhtîmala ku cenazeyê birayê wî di nav cenazeyên dihatin behs kirin de be ketine nava liv û tevgerê.
Gokalanî destnîşan kiriye ku di 23 salan de dest ji lêgerîna cenazeyê birayê xwe bernedaye: “Em du mehan zêdetir e bi Bedlisê re di nav diyalogê de ne, herî dawî em gihiştin armanca xwe. Em di rewşeke wisa de ne ku hestiyên xwe bi keyfxweşî pêşwazî dikin.”
Gokalanî bal kişandiye ku li Kilyosê hêj bi sedan cenaze hene ku li benda wergirtinê ne: “Werin li cenazeyên xwe xwedî derkevin. Ev hesrên çavan hêsrên keyfxweşiyê ne. Yekane daxwaza min ji malbatan heye, werin bibin ser axa xwe. Hemû kesên li vir malbata min in. Birayê min ne tenê birayê min e. Ev kesên cenazeyên wan li vir hatine veşartin jî birayên min in. Peywîra me ew e ku em xeta wan bidin domandin.” (EMK/FD)