Li Bexdaya paytextê Iraqê li ser banga Muqteda Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ji bo derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê xwepêşandan hatine pêaknîn.
Bi sed hezaran kes tevlî xwepêşandana li herêma Cediriyeyê ku navenda Bexdayê ye bûn.
Alîgirên Sedr kefenên temsilî li xwe kirin û alîgirên Heşda Şabiya hêza milîs ya Şiiiyan jî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandanên ku alayên Iraqê hilgirtin carcaran dijî Amerîka û eskerên wê yên li Iraqê diruşm xwendin.
Li Bexdayê ji ber xwepêşandanê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û gelek rêyên diçin Cediriyeyê hatin girtin.
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê