Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştevanên ÎYÎ Partîyê(Partiya Baş) diyar kirine ku li medyayê berbijara wê partiyê, Meral Akşener nayê nîşandan û li ber televizyonan ev yek protesto kirine.
Xwenîşanderan li ber deriyê CNN Turk û Kanal Dyê xwe nîşan dane.
TRTyê berbijar çi qasê nîşan dabû?
Komeleya Navneteweyî ya Zelalîyê(Transparency Internatıonal-TI) li ser wextê televizyona dewletê ji bo berbijarên serokkomariyê cida kiriye raporek amade kirine.
Ji bo berbijarê Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) Recep Tayyip Erdogan: 105 deqîqe / ji sedî 65
Ji bo berbijarê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Muharrem Înce: 37 deqîqe / ji sedî 22
Ji bo berbijara Partiya ÎYÎyê(Partiya Baş) Meral Akşenerê: 14 deqîqe / ji sedî 9
Ji bo berbijarê Partiya Saadetê(Partiya Bextewariyê) Temel Karamollaoglu: 5 deqîqe / ji sedî 3
Ji bo berbijarê Partiya Vatanê(Partiya Welatî) Dogu Perînçekî: 2 deqîqe
Ji bo berbijarê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattin Demirtaşî: 0.3 deqîqe (18 saniye)
YSKyê destûr nedabû Demirtaş bi telefonê beşdarî bernameyekê bibe
Biryar ew bû ku Demirtaşî dê bi telefonê bersiva pirsên Fatih Portakalê pêşkêşkarê bernameya TVyê bide lê YSK(Lijneya Bilind a Hilbijartinan) ev yek qebûl nekiriye. Demîrtaşî bi navbeynkariya parêzerê xwe ev bersiv şandine.
Bixwîne - HDP: Bila rojnameger karibin biçin nik Demîrtaşî
“Ya rastî bi îlankirina Rewşa Awarte Tirkiye bûye wek girtîgehekê ji ber wê ez li derve jî bûma min ê di şertên berbijarên dî de propaganda nekiriya.
“Benda hilbijartinan ya ji sedî 10 ji bo demokrasiyê eybek/şermek e. EW bend niho ji bo HDPyê heye.
“Di wê baweriyê de me ku qasî em ê piştgiriyê ji kurdan bistînin em ê ji tirkan jî bistînin.
Bixwîne - bianetê şertên girtîgehê û hilbijartin ji Demirtaşî pirsî, wî bersiv da
“Ez ê ji bo tûra duyem bimînim. Em ji bo vê yekê dixebitim.
“Li girtîgehê jî ez neketim înzivayê. Ez her dem xebitîm.
“Ez bi awayekê gelek semîmî dibêjim heke têkiliyeka me ya organîk an jî rêxistinî bi PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) re heba, ez ew qasê wêrek û dirist im ku min ê bikariya ez vê yekê bibêjim.”
(AS/MB)