Ji bo nûçeya Tirkî bitikînin
Walîtîya Enqereyê çalakiyên LGBTIyan bêyî ku dema rakirina qedexeyê dîyar bike qedexe kirin. Ev qedexe bi fiîlî li bajarên dî jî belav bû. Li ser vê yekê psîkolog û psîkîyatrîstan li ser qedexekirina çalakiyên LGBTIyan nerazîbûna xwe diyar kirin.
Pisporên derûnînasiyê, psîkolog û psîkîyatran eşkere kir:
“Li hemî civakan kesên LGTBI hene, ev nasnameya wan zererê nade an jî ne patolojîk in.”
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê Rojên Filman ên LGBTİyê betal kir
Wan eşkere kirin liberçavbûn û xuyabûna LGBTIyan dê piştgiriyê bide başbûna civakê.
Çi bûbû?
Dihat plankirin ku Rojên Filman ên LGBTIyên Alman li Enqereyê bi rê ve biçe. Lê piştî ku li ser medyaya civakî bi hashtagên #LGBTFilmGünleriİptalEdilsin (Bila Rojên Filman ên LGBTİyê bên betalkirin) û #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) êrîşên bi nefret pêk hatin, Walîtiyê bername qedexe kir.
Rojên Filman ên LGBTIyên Alman wê bi hevkariya Balyozxaneya Almanyayê, KuirFest û Sînemaya Büyülü Fenerê di navbera 16 û 17yê Çiriya Paşiyê de birêve biçûya.(ÇT/MB)