Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leşkeran li ser sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û gundê Çemekurkê yê Rûbaroka Colemêrgê de gule bera ser sê kesan daye û di encamê de Vedat Ekinciyê 14 salî miriye, biraye wê Burhan Ekinciyê 19 salî jî birîndar bûye.
H. E. yê 17 salî di dema bûyerê de li gel Vedatî bûye. H.E. pismamê Vedatî ji bianetê re behsa bûyerê kir.
H. E. yî got, duh di saetên nîvro de ji bo ajalên xwe yên winda sînor derbas kirine û wiha diyar kir:
“Saet li derdora 15.00ê, ez Vedat û birayê wî Burhan, em derketin ku li ajalên xwe yên windabûyî bigerin. Paşê mi sînor derbas kir ku 200 metre dûrî gundê me ye. Me sînor hîna nû derbas kiribû û leşker derketin pêşberî me. Hesp li ba me hebûn. Dema hespan leşker dît, baz dan.
Bixwîne - Li Colemêrgê gule bera gundiyan dane, Ekinciyê 14 salî miriye
Bixwîne - Walîtiya Colemêrgê: Gule pekiya ye û welatiyê me miriye
“Min xwe avête wan da ku bang li ambûlansê bikin ”
“Ji bo em hespan zeft bikin, me pişta xwe da leşkeran. Em hê 20 metreyan dûr ketibûn, gule berdan. Gule ji paş de ji hêla dilê xwe gule xwar. Kete xwarê, di nava xwînê de mabû. Min xwe avête leşkeran û min got, ‘ji bo qedrê Xwedê bang li ambulansê bikin, ma hûn bê vicdan in?’. Lê bang nekirin, rûniştibûn û bi me dikeniyan. Dema Bûrhanî qîr kir bi ser wan de, bi stûyê wî girtin û ew avêtin erdê. Bi qondaxê li lingên wî xistin. Lingê wî şikest.
“Bi dengê me re ji qereqolê leşkerên din hatin”
“Leşkerên qereqola ku 100 metre dûrî me bû li ser dengên me hatin cihê bûyerê. Wan xwest ku alîkariya me bikin. Xwe bi leşkerên din re aciz kirin. Gotin, ‘Zarok li vir dimire, hûn çima alîkariya wan nakin’. Paşê ew çîn tabûrê. Lê Vedatî gelek xwîn winda kiribû, li rê, di hembêza min de mir.
“Leşkeran dizanî bû ku em gundî ne”
“Me û leşkeran li çavê hev dinêrî, yanî em ewqas nêzîkî hev bûn. Ji bo ku em bisekinin em hişyar nekiribûn. Ji xwe leşkeran em dîtibûn, dizanîbûn ku em gundî ne. Me dizanin, nas dikin. Ev leşkerana li gund xwarina me dixwin. Em her gav li vir ajalên xwe diçêrînin, diçin û tên. Ji xwe leşkeran jî ji me re digot ‘hûn dikarin biçin, ti pirsgirêk nîne’.”
“Em ji bo ajalên xwe çûbûn”
“Heta du salan jî li vir gelek operasyon hebû lê niha operasyon jî nîne. Li vir herkes karê qaçaxiyê dike, em jî vî karî dikin. Lê em duh ji bo ajalên xwe çûbûn. Min ji fermandarê tûgayê re jî got, ‘ti bar li ser pişta hespên me nebû, em li ajalên xwe digeriyan’.” (RT/FD)