Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çil sal di ser derbeya leşkeri ya 12 Îlonê re derbas bûye. Konseya Bajarî ya Ataşehîrê û WVS/SAV (Weqfa Vekolînên Sosyal) “Beşa Taybet ya Derbeyan” ya Pirtûkxaneya Erdal Erenî pêk tîne. Beşa taybet 13ê Kanûnê Pêşîn vedibe ku Erdal Eren wê rojê hatibû darvekirin.
“Xebata ji bo Pirtûkxaneya Beşa Taybet ya Derbeyan dest pê kirîye. Pirtûkxaneya Navenda Çandê ya Erdal Erenî ya li Parka Denîz Gezmîşî ya Ataşehîrê, wekî cihê sereke yê projeyê tê bikaranîn. Heta niha 500 pirtûkên têkildarî her du serdeman hatine lîstekirin.
Turan Dolû, Serokê Konseya Bajarî ya Ataşehîrê destnîşan kiriye, ku ew ji xwe ra dikin armanc ku pirtûk, belge û bîranînên polîtîk, zanistî û edebî yên têkildarî we serdemê berhev, arşiv û tomar bikin.
“Weşanxane bûne piştevan”
Dolu bi bîr xistiye ku Pirtûkxaneya Erdal Erenî du sal bere vebûye û weha gotiye:
“Ev pirtûkxane di nava pirtûkxaneya gelî da beşa taybet ya Erenî bû. Di vê beşê da, berhemên edebî, zanistî û muzîkên nivîskar û hurnermendên dostên me hene ku li ser navê Erdal Erenî îmze kirine.
“Me ji weşanxaneyan piştgirî stendiye. Wekî din em gihîjtin dostên xwe yên nivîskar û hunermend û ji wan hin pirtûk hatin. Beşa yekem bû xebata arşîvê.
Mebest navendeka zanyarî û belgeyan ya mayînde ye
A. Handan Yalvaç, xwebexşa WVSyê dîyar kiriye ku wan sê meh berê dest bi xebata “Pirtûkxaneya Derbeyan” kirîye û weha gotiye:
“Mebesta me ew e ku em ji bo zarokên piştî 1970-1980yî û yên vî zemanî navendeka zanyarî û belgeyan ya mayînde bihêlin. Me heta niha 500 pirtûk lîstekirin ku têkildarî van serdeman in. Em hêvî dikin ku bi xwebexşan bigîjîn armanca xwe. Em ji bo pêkînana Pirtûkxaneya Erdal Erenî beşa Taybet ya Debeyan li hêvîya piştevanîya we ne.
Ji bo bexşa pirtûk û belgeyan
www.atasehirkentkonseyi.org.tr
Navenda Çandê ya Erdal Erenî, Taxa Mustafa Kemalî, Kolana 3004. Kuçeya 3091. No: 1 Ataşehîr Stenbol.
(EMK/AY/FD)