Ji bo hûn pirtûkên BIAyê bi dest bixin…
Şirketa belavkirinê ya Puntoyê, pirtûkên BIAyê belav dike. Hûn dikarin navê pirtûkên li jêr hatine rêzkirin li lêgerika malpera Puntoyê binivîsin, bi wî awayî hûn dikarin bizanin ka çend pirtûk mane di destên wan de, bihayê pirtûkan çi ne û ji înternetê bikirin an jî hûn dikarin bipirsin ka gelo hûn dikarin wan pirtûkan li kû peyda bikin.
**
Pirtûka Destan a Rojnamegeriya Aştîxwaz
Sevda Alankuş
Ev pirtûk, gengeşîyên saziyan ên li ser nûçegihaniya aştîxwaz û xebatên li ser nûçeyan ên bi çavê civaknasiyê, digihîne hev.
Pirtûka Destan a Rojnamegeriya Aştîxwaz
**
10 Salên Azadiya Xwe-îfadekirinê
Emek Çaylı
Gulsum Depeli
Ev pirtûk li azadiya xwe-îfadekirinê hûr dibe û xwe dispêre raporên çavdêriya li medyayê. Pirtûk ne bi tenê nîşanî me dike ku rewşeka tarî li pêşiya me ye û barê wê yê giran li ser milên me ye, ew rêyên pirreng ên azadiyê û mafan jî tîne bîra me û bi vê yekê hêviyan geş dike.
10 salên Azadiya Xwe-îfadekirinê
**
Destpêka Rojnamegeriyê
Pirtûka Destpêka Rojnamegeriyê pirtûkek e ku ji xebatên perwerdeya ji bo xelaskirîyên beşa rojnamegeriyê pêk tê. Ji 2007ê heta niho BIA li her havînan perwerdeya bi navê ‘ji dibistanê heta jora nûçenivîsînê’ dide û ev pirtûk ji gotarên wan dewrên perwerdeyê pêk tê. Bi esasî armanca vê pewerdeyê ew e ku ew kesên beşa rojnamegeriyê xelas dikin bizanin, mafên wan û erkên wan çi ne.
Destpêka Rojnamegeriyê - Ji dibistanê heta jora nûçenivîsînê
**
Rêbera Pratîk a Rojnamegeran
Ev pirtûk ji şîretên pisporên rojnamegeriyê û gengeşîyên li ser etîka karê rojnamegeriyê pêk tê.
**
Ragihandineke Din Mûmkin e
Weqfa IPSyê li Zanîngeha Stenbolê, bi projeya BIA2yê forûmeka bi nave Medyaya Serbixwe pêk anî. Ji 50yê zêde gotar hatin pêşkêşkirin.
Ev gotar serhatiyên rojnamegerên medyaya serbixwe û rojnamegeriya mafparêz in. Pirtûk berhevoka van gotaran e.
**
Nûçegihaniya Jinparêz
Filiz Kerestecioglu
Hülya Gulbahar
Eser Koker
Hülya Uğur Tanrıover
Nadire Mater-İpek Çalışlar
Burçin Belge
Beyhan Demir
Selen Doğan
Nûçegihaniya Jinparêz, ew rojnamegerî ye ku mafên jinan binpê nake, binpêkirina mafan eşkere dike û her dîsa hewil dide nûçeyan jib o piştgiriya jinan biguhere.
**
Ferhenga Nûçegihaniya Jinparêz
Ferhengek e ku ji bo nivîsîn û axiftina ne dijzayend alîkarîyê dike.
Ferhenga Nûçegihaniya Jinparêz
**
Nûçegihaniya Mafên Mirovan
Levent Köker
Gülgün Erdoğan Tosun
Çiler Dursun
Yıldız Samer
Tolga Korkut
Oğuz Haksever
Şerif Erol
Hüsnü Öndül
Peter McIntyre
Armanca Nûçegihaniya Mafên Mirovan ew e ku li nûçeyên li ser şexsan an jî civakê, mafên mirovan biparêze û nûçeyan bi çavê parastina mafên mirovan biguhere.
**
Rêxistinên Mafan: Berbiçavbûna Li Medyayê
Sevda Alankuş
Gülgün Erdoğan Tosun
Fügen Uğur
Ergun Gümrah
Sinan Gökçen
Erol Önderoğlu
Rêberek e ku rêyan nîşanî rêxistinên mafên mirovan dike da ew têkiliyan bi saziyên civakê, medyayê û saziyên dî re dane.
Rêxistinên Mafan: Berbiçavbûna Li Medyayê
**
Nûçegihaniya Zarokparêz
Yasemin Onat- Seda Akço
Serdar Değirmencioğlu
Gülgün Erdoğan Tosun
İncilay Cangöz
Erhan Üstündağ- Kemal Özmen
Ahmet Şık
Radıp Duran
Ezgi Koman
Sema Hosta
Nûçegihaniya Zarokparêz, li ser binpêkirina mafên zarokan disekine û teqîp dike. Zarokan berbiçav dike lê dema vê yekê dike jî mafên wan binpê nake. Li nûçeyên ne li ser zarokan jî zarokan berbiçav dike.
**
Medya û Civak
Halil Nalçaoğlu
Ayşe İnal
Beybin D.Kejanlıoğlu
SevdaAlankuş
Mine Gencel Bek
Nilgün Gürkan
Ev pirtûk berhevokeka lêkolînan e ku lêkolîneran li ser têkiliya medyayê û civakê lêkolîn kirîne.
**
Radyo û Radyogerî
Nilufer Timisi
Tugrul Eryılmaz
Ragip Duran
İpek Çalişlar
Beybin D. Kejanlıoglu
Erol Onderoglu
Ulku Giray
Di vê berhemê de tê xwestin ku mijarên radyogeriya herêmî, di warê radyogeriyê de tecrubeyên cuda, di jiyanê de girîngiya radyoyê, derfetên ku îro radyoyên herêmê bi dest xistine, bi taybetî li ser radyoyên herêmî bandora globaliyê werin nîqaşkirin. Ji ber cudahiya radyoya herêmî ku wê cudahiyê bi nûçeyên xwe bi dest dixe. Bo vê yekê me di berhemê de ciheke taybet da nûçegîhaniya radyoyê.
**
Rojnamegerî û Nûçegihanî
Çiler Dursun
Ragip Duran
İncilay Cangoz
Esra D. Arsan
Ozcan Yurdalan
Mehmet Sucu
Tugrul Eryilmaz
Bêyî alîgirbûnê nemimkûn ê ku nûçe were çêkirin. Ji bo vê kesê ku nûçeyê weke bêalî, nesnel, rast nîşan bide jî, di rastiya xwe de ew kes behsa çîrokek çêkirî dike.
**
Teknolojiyên Ragihandina Nû û Medya
Umît Atabek
S. Hakan Tuncel
Hakan Kara
Murat Karaduman
Nihat Halici
Ev berhem li dualîbûna Înternetê nîşan dide û di cihê başdîtineke zû, xuya dike ku derfetên Înternetê ancax ligel 'terciheke polîtîk' were bikaranîn, wê xwedî taybetiyeke azad bibe. Metnên di nav berhemê de ji xeynî wedên teknolojiya ragihandinê ya nû kêmasiya wê yekê jî ji hêla nûçegihaniyê ve dinirxîne.
Teknolojiyên Ragihandina Nû û Medya
--
Medya, Etîk û Hiqûq
Suleyman Irvan
Ragip Duran
Fikret İlkiz
Sedema qirêjiya ku medyaya li Tirkiyeyê dijî, lihevkirina mîsyona siyasî/çandî ku rojnameger ji xwe re hildigre û hêza sermayedar e. Di nav Medya, Etîk û Hiqûqê de bo rojnamegerên ferdî ji Tirkiyeyê û dinyayê bi nirxên etîkê ya vê pîşeyê, rê û rêbazên berxwedana li dijî wê qirêjayiya medyayê cih digire.