Weşanxaneya Nayê pirtûka nivîskar Dawid Mûrad Xetarî ya bi navê “Qirkirina Qebîleya
Basîyan” weşandiye. Pirtûk bi du zimanan e, ango bi kurdî û erebî ye û ji 200 rûpelan pêk tê. Xetarî di pirtûkê de behsa eşîra Basiyan dike ku ji ber êzidîne dewleta osmaniyan ew qir kirine.
Nivîskar di pirtûkê de qala vê komkujiyê dike ku di wê komkujiyê de jin û keç ji bo rûmeta xwe biparêzin xwe avêtine nav ava çeman û xwe kuştine.
Di pirtûkê de bi van gotinan behsa mijarê hatiye kirin:
“Êl û Eşîra Basîyan li rojhilatê Tirkîyê li devera Sêrtê diman, lê ji sedema qirkirnê û kuştina piraniya wan hejmara eşîrê kêm bû û coxrafiyaya wan jî biçûk bû. Lê ew di roja 14ê Gulana 1916an de ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî komkujiya herî hovane hatin. Tenê 30 kes xelas bûn heta gehiştin cihekî bi ewle. 5 kes ji wan jî, ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hejmara şehîdan 380 kes bûn.” (HS/FD)