“Mirovên Şengalê, bûbûn weke heba tizbiyê û li derdorê belav bûbûn. Ferdên malbatan her yek çûbûn ciyekî û malbat ji hev dûr ketibûn. Dê û bav ji zarokên xwe, mêr û jin an jî bira û xwişk ji hev dûr ketibûn. Beşek ji malbata Elî çûbûn herêma Kurdistanê, ew bi xwe li Tirkiyeyê bû û beşek ji wan jî çûbûn Ewropayê. Xwişka wî li Zaxoyê mabû. Kurê wî Dilo ji bo xwarinê ji xwişk û birayên xwe re bîne çûbû Gundê Xanesorê û careke din venegeriya bû. Elî, li bende bû ku rojekê kurê wî vegere. Her dû keçên xwe şandibû Elmanyayê.”
Paragrafa li jorê, ji pirtûka bi navê “Di bin Siya Çengan de/Dema ku Şengal Biaxive” hatiye girtin. Ev paragraf û pirtûk behsa serpêhatiyên Êzidiyan dike ku piştî DAIŞê di Tebaxa 2014yê de êrîş biribû ser Şengalê û Êzidî neçar mabûn ku mal û milkên xwe, cî û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin Tirkiyeyê.
Pirtûka Fermana 73yem a Ezidiyan amade kiribû
Pirtûk ji hêla Namik Kemal Dinçî ve hatiye amadekirin û nivîsandin û Weşanên Weqfa Zanê jî ew çap kiriye.
Dînç û komeke hevalên wî piştî ku Êzidiyên Şengalê derbasî Tirkiyeyê bûnê û li bajarên Kurdan, li Amedê, Êlihê û Sêrtê di kampan de bi cî bûne, li van kampan hevdîtin bi Êzidiyan re kiribûn û hewl dabûn ku derbarê serpêhatiyên wan de agahiyan berhev bikin.
Dînçî di encama vê xebatê de meha adarê ya 2017yê pirtûkek bi navê “Fermana 73yem a Êzidiyan - Qirkirina Şengalê” amade kir û Weşanên Weqfa Zanê ew çap kir. Di vê pirtûkê de serpêhatî, çavdêrî û nirxandinên Êzidiyan weke xebateke zanistî û dîroka devkî hatibûn nivîsandin.
Serpêhatiyên piştê êrîşên DAIŞê di çîroka de ne
Piştî vê xebatê Namik Kemal Dînçî 6 çîrok ji van serpêhatiyan wergirtin û ji nû ve ew hûnandin. Di pirtûkê de 6 Êzidî di çîrokên cuda cuda de behsa jiyana xwe ya beriya êrîşên DAIŞê, têkiliyên bi cîranên wan ên Ereb û Kurdên sune, danûstandinên wan ên bi hikûmeta Bexdayê û bi Herêma Kurdistanê re dikin. Dîsa beriya êrîşên DAIŞê derbarê helwesta Hikûmeta Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de çavdêrî û şahidiyên girîng bûne mijara çîrokên di pirtûkê de .
Sînorên çîroka klasîk derbas kiriye
Dînçî digel van tiştan cî daye wê pêvajoyê ku bi êrîşên DAIŞê re dest pê kiriye û Êzidî derbasî Rojava û Tirkiyeyê bûne. Dîsa çîrokên di pirtûkê de neçarî, hêvî û bêhêvî û lêgerînên Êzidiyan nîşan didin ku neçar mane koçber bibin û berê xwe bidin Ewropayê.
Namik Kemal Dînç di pirtûkê de ji çarçoveya sînorên çîroka klasîk derdikeve û hin ceribandin dike. Ji ber wê jî di destpêka her çîrokekê de behsa dîrok, erdnîgarî û civaka Êzidiyan dike û paşê derbasî çîrokê dibe. Dîsa her beşek weke “deriyekî” bi nav kiriye. Yanî ji bo beşê yekê gotiye “Deriyê Yekem” û ev heta beşa 6ê jî wiha diçe. Yanî di pirtûka Dînçî de her “deriyek” ber bi jiyana Êzidiyekî ve vedibe û xwendevanan vedixwîne wê jiyanê. (FD)