Pirtûka Mehmet Oncuyî ya bi navê “Bi Çavê Ê Din Adiyeman” derketiye.
Nivîskar Oncuyî di vê pirtûkê de behsa dîrok, civak, erdnîgarî û çavkaniyên wê yên aboriyê yên bajarê Semsûrê kiriye.
Nivîskarî pirtûk pêşiyê bi kurmancî nivîsandiye û paşê jî heman pirtûk ji bo kesên bi kurdî nizanin, bi tirkî nivisandiye.
Bixwîne - Di 4 cild û 235 beşan de "50 Hezar Gotinên Pêşiyan"
Pirtûk ji 385 rûpelan pêk hatiye û Weşanxaneya Sîtavê ew çap kiriye.
Mehmet Oncu wê di navbera 20 û 29ê Gulanê de beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Semsûrê bibe û li wir wê vê pirtûka xwe û yên din îmze bike.
Derbarê Mehmet Oncuyî de
Di sala 1961ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar û berhevkar ji sala 1983'an û vir de, li ser folklora kurdî dixebite û bi navê "Hemo Pêşeng" gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W yê de weşiyane. Nivîskar demekê jî di rojnameya Semsûrê de, di quncikê bi navê "Kenêrk" de li ser folklor û zargotina kurdan nivîsandiye. Nivîskar, zewicî ye, bavê du keçan û kurekî ye.
Berhemên Nivîskarî
- Çîrokên Kurdan-I Weşanxaneya Dozê-2006
- Çîrokên Kurdan-II Weşanxaneya Dozê-2007
- Gotinên Pêşiyan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2009
- Mêhrîmah (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê- 2012
- Ezîze (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê. - 2012
- Eware (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê. - 2012
- Pêjgeha (metbexa) Herêma Semsûrê,
- Meyîr, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
- Yeklo Duklo Dumbazê, Weşanxaneya J&Jê. – 2014
- Çîrokên Efsanewî yên Kurdan, Weşanxaneya Nûbihar -2014
(FD)