Malpera Pirtûka Kurdî 20 pirtûkên kurdî yên di sala 2020an de herî zêde hatine kirîn, aşkere kiriye. Li gorî vê malperê, di sala 2020an de herî zêde pirtûkên li ser zimên hatine kirîn.
Malperê diyar kiriye ku ji ber şewba Covid-19 mirov neçar mane li malê bimînin û vê hiştiye ew bala xwe bidin fêrbûna zimanê kurdî. Di lîsteya malperê de rêza yekem a pirtûka Selîm Temoyî ya bi navê “Serê Şevê Çirokek”ê ye.
Lîsteya Pirtûka Kurdî wiha ye:
1- Serê Şevê Çirokek – Selim Temo
2- Hînker 1 – Ronahî Önen, Samî Tan
3- Hinker 2 – Ronahî Önen, Sami Tan
4- Janya – Rênas Jiyan
5- Şivanê Kurmanca – Ereb Şemo
6- Rêzimana Kurmancî - Samî Tan
7- Bîra Qederê - Mehmed Uzun
8- Hînkera Soranî - Asta 1
9- Mirina Kalekî Rind – Mehmed Uzun
10- Mem û Zîn - Bi Kurdiya îro – Jan Dost
11- Dimdim - Ereb Şemo
12- Hawara Dicleyê – Mehmed Uzun
13- Berfwerîn – Rênas Jiyan
14- 99 Morikên Belavbuyî – Helîm Yusiv
15- Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê – Mehmed Uzun
16- Firîna bi Baskên Şikestî – Helîm Yusiv
17- Hinara Dawî ya Dinyayê – Bextiyar Elî
18- Keştiya Bayê – Selîm Temo
19- Derza Dilê min – Fırat Cewerî
20- Hesar û Kuçikên Bavê min – Şêrzad Hesen
(FD)