Îlhan Samî Çomakê ku 29 sal in bêyî delîl û darizandineke dadî di girtîgehê de ye, piştî çendîn pirtûkên xwe yên tirkî, niha jî pirtûkeke kurdî weşand.
Navê pirtûka Çomakî “Çiyayê Girtî “ ye û Weşanxaneya Darayê pirtûk çap kiriye.
Girtîgeh û sê helbestvan
17 Çile 2022
Îlhan Samî Çomak bi salan e di girtîgehê de li ser li ser kurdîya nivîskî dixebite ku di encamê de ev pirtûka ji 16 pirûkan pêk hatiye amade kir. Selîm Temo helbest ji defterên Îlhan Samîyî berhev kir û edîtorîya pirtûkê kir.
Cezayê Îlhan Çomakî hat erêkirin
4 Nîsan 2018
Pirtûk ji du beşan pêk tê û Nazli Onganê berga pirtûkê çêkir.
Di metnê danasîna pirtûkê de wiha hatiye gotin:
“Personayê di helbestên Kurdî yên Îlhan Samîyî de ‘diaxive’, azad e û di cîhana fireh a rastîn û xeyalî de digere. Kurdîya helbeskarî, wek demsalên wî yên azad herikbar e.”
(FD)