“Felsefe çi ye? Felsefeyê li ku û kengî dest pê kiriye?”. Di metnên bingehîn ên li ser felsefeyê de ev pirs weke pirseke sereke tê pirsîn û di metnan de li ser bersivên vê pirsê zanyarî û nirxandin tê dayîn.
Pirtûka bi navê “Destpêkek Ji Bo Felsefeyê” ya ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve bi zimanê kurdî hatiye çapkirin jî bi van pirsan dest pê kiriye.
Nivîskarê pirtûkê akademisyen Îbrahîm Bor e. Pirtûk ji sê beşa pêk hatiye ku di beşa yekem de behsa zanînnasî ango epistemolojiyê, di ya duyem de behsa hebûnnasî ango ontolojiyê, di beşa sêyem de jî behsa sincnasî ango etîkê kiriye.
Her beş jî di nava xwe de ji hin beşan pêk hatiye û li ser nêrîna fîlozofan a derbarê van her sê mijaran de zanyariyan didin.
Di pirtûkê de nêrînên Platon, Aristoteles, Sokrates, Pisagor, Spinoza û yên derbarê van her sê sernavan de hene.
Dîsa Descartes, Spinoza, Leibnez, J. S. Miil, Kant, Hegel, Karl Marx û fîlozofên serdema nû ji hêla nivîskarî ve di pirtûkê de hatine bicîkirin.
Herweha behsa kesên weke Farabî, İbn Sîna, Îbn Ruşd jî kiriye ku weke çend kesên felsefeya Îslamê bi pêş xistine.
Nivîskarî di pirtûkê de diyar kiriye ku ji ber çi wî derketina felsefeyê ji Yewnanîstanê daye destpêkirin. Borî ev helwesta xwe bi gotina Hegelî dide nîşandan ku wiha gotiye; “Li gor dîtina Rojava, felsefe wek zanîneke taybet û herî bi rûmet e. (…) Li gor Hegel ev helwest tenê ji bo ruhekî azad û bilind guncav e ku ev ruh tenê di Yewnanê de derketiye holê û di civaka Rojhilat (bêhtir jî li Hindê) de derneketiye holê û wê tu carî jî dernekeve”.
Derbarê Îbrahîm Borî de
Doktoraya xwe li Zanîngeha Enqereyê, li ser “Kelam-i İlahi” kiriye (2007). Ji bo Post Doktorayê di salên 2009 û 2010an de li Uk, Zanîngeha Exeterê lêkolinên xwe domandiye. Ji 2009an vir ve li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Felsefeyê de weke hîndekar dixebite. Xebatên xwe bêhtir li ser etîk, zanînnasî, felsefeya dîrokê, felsefeya dîn, felsefeya ziman dimeşîne. Ji sala 2017an û vir ve li Zanîngeha Indiana Bloomingotonê weke hîndekarê lêkolîner xebatên xwe didomîne. (FD)