Weşaxaneya Nûbiharê, pirtûkek derbarê Dengbêj Zahiroyî de weşand. Pirtûk bi navê “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” ye.
Hemîd Ûrmiyeyî pirtûk amade kiriye û di pirtûkê de jiyan û hunera Dengbêj Zahoriyî heye.
Weşanxaneya Nûbiharê beriya niha jî derbarê Şakiro, Reso û Huseynoyî de pirtûk çap kiribûn.
Nûbiharê derbarê jiyan û hunera Zahiroyî de van zanyariyan dide: “Dengbêj Zahiro sala 1950an li gundê Kinyada Farqînê yê li ser bajarê Amedê hatiye dunyayê. Zarokatiya wî li gundê Kinyadê derbas dibe. Di 15 saliya xwe de bi malbatî berê xwe didin bajarê Mûşê, gundê Pîranê yê li ser navçeya Kopê û jiyana xwe li wir berdewam dikin.
Zahiro di nava meydana dengbêjiyê de xwedî navekî naskirî ye. Wî mirovê hêja 59 salan xizmeta dengbêjiyê kiriye; bi sedan kilam û helbestên trajedî, mêrxasî û evînî nivîsandine û bi qirika xwe ya zêrîn pêşkeşî gele Kurd kiriye. Yek ji şahkarên dengbêj Zahiro: 'Xwezila li dinyayê mirin hebiya lê kalbûn nebiya' ye.”
(FD)