Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weşanên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê pirtûka “Deh Salên Azadiya Xweîfadekirinê - Pirtûka Duyem: 2012-2022” weşandiye.
Pirtûk derbarê azadiya xweîfadekirinê de nîqaşan dike ku navenda van nîqaşan medya ye. Her weha bala peywendîdarên mijarê dide li ser bîra siyasî û ya civakî ya Tirkiyeyê û dike ku careke din pêşketinên di deh salên dawiyê de yên di warê azadiya xweîfadekirinê de pêk hatine, binirxînin.
Bi gotina rojnameger Gokçen Tahîncîoglûyê pirtûk ji weşanê re amade kiriye, “Ev pirtûk ji bo hemû serpêhatî bên tomarkirin, hate amadekirin. Ji bo Cemîle Çagirga bê tomarkirin, ji bo berxwedana Geziyê bê tomarkirin, ji bo darbe û rewşa awarte bê tomarkirin, ji bo kesên mirine, mane, ji bo kesên ji ber mana xwe xwe sûcdar dibînin bên tomarkirin, ji bo kesên weke terorîst hatine binavkirin, hatine desteserkirin, îşkence li wan bûye bên tomarkirin, ji bo saziyên nava wan hatiye valakirin, qaşo serbixweyên destên xwe danîne li ser hev bên tomarkirin, hatiye amadekirin.”
Raporên Çavdêriya li Medyayê yên BIAyê, yên ku Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ji sala 2001ê û vir ve wan amade dike bûne çavkaniyên vê pirtûkê. Weqfa Ragihandinê ya IPSyê 21 sal in têkoşîna li dijî hemû binpêkirinan a li Tirkiyeyê ango rojnamegerên hatine kuştin, êrîş li wan bûye, saziyên medyayê yên hatine girtin, rojnamegerên hatine astengkirin, zext û zorên yasayî yên li ser gel, guhertinên di Yasaya Têkoşîna Dijterorê, binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê, êrîşên li dijî rojnamegeran û medyayê, astengiyên li pêş mafê bidestxistina nûçeyan ê gelî, yên li pêş azadiya çêkirina nûçeyan a rojnamegeran tên derxistin, dişopîne û Raporên Çavdêriya li Medyayê yên BIAyê amade dikin.
Tiştekî cuda di vê pirtûka duyem de heye ku di ya yekem de nîne: Rojnamegeran jî behsa serpêhatiyên xwe yên vê demê kirin: Alican Uludağ, Aysun Cerek, Ayşegül Doğan, Bahadır Özgür, Burcu Karakaş, Erol Önderoğlu, Fikret İlkiz, Gökçer Tahincioğlu, Kenan Şener, Levent Pişkin, Mehtap Ceyran, Mehveş Evin, Özlem Akarsu Çelik, Sibel Yükler, Timur Soykan, Ulaş Karan, Yetvart Danzikyan û Yıldız Tar.
Fusûn Ozbîlgenî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Nêrîna Weqfê: Serpêhatiya me ya Azadiya Xweîfadekirinê û Mafparêziyê ya 75 Salan" hatiye nivîsîn bal kişandiye li ser Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 1948an de hatiye qebûlkirin û xala Danezanê ya derbarê 'azadiya xweîfadekirinê' de: "Dewleta me ya 75 sal berê Danezan îmze kiriye, mafên mirovan nas kiriye û di hiqûqa xwe ya navxweyî de bicih kiriye, hewl daye van mafan ji hemû netewê re ragihîne û di Desûrên xwe yên Bingehîn de cih daye van mafan, îro çiwasî van mafan nas dike?"
Koordînatorê Weqfa Ragihandinê yê IPSyê Evren Gonulî di nivîsa xwe ya berga paş de hatiye weşandin, gotiye:
“Hîna şeş meh derbas bûbû ku pirtûka nû hatibû weşandin, li Qada Taksîmê di nava girseyeke qerebalix de min dîtibû ku du wesayitên weşana zindî dikin hatibûn qulibandin, li ser yeke ‘medyaya penguen’ hatibû nivîsandin, kêliyekê min gotibû ‘deh salên duyem gelo wê di pirtûkekê de bicih bibe?’
Îro dema em li paş xwe dinerin, em li şûna peyva ‘medyaya berbelav’ peyva ‘medyaya hewdikê’ bikar tînin ku têkiliya di navbera desthilatdarî-sermiyayê de gelekî zelal nîşan dide; di wê atmosfera medyayê de ya otosansurê bi temamî ‘refleksa pîşeyî’ dorpêç kiriye, em qebûl dikin ku rojnamegeriya serbixwe bi tena sere xwe veguhestiye berxwedanekê.
Kesên di karê rojnamegeriyê de dihêlin liberxwedan bibe û wan bi xwe ev pirtûk nivîsand; lê ya ku hatiye vegotin, çîroka we ye.”
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê pirtûk çap kiriye û şîrketa belavkariyê Punto wê belav dike. Hûn dikarin li ser malpera Puntoyê pirtûka me ya bi navê “Deh Salên Azadiya Xweîfadekirinê - Pirtûka Duyem: 2012-2022” bidest bixin. (VC/FD)