Weşanxaneya Aramê ji bo 100 saliya jiyadikbûna Mûsa Anterî ango Apê Mûsayî, pirtûkek çap kiriye. Navê pirtûkê “Apê Mûsa 100 Yaşında” (Apê Mûsa 100 Salî ye) ye.
Pirtûk li ser banga rojnameger Huseyîn Aykolî hatiye amadekirin. Li gel zarokên Apê Mûsayî, nivîskar, helbestvan, ronakbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnameger,zimanzan, çalakvanên jin, “generalên biçûk” û bi dehan kesên din bîranên xwe yên bi Mûsa Anterî re nivîsandine.
Xwendevanên pirtûkê wê nivîsên kesên weke Tarik Ziya Ekinci, Ahmet Telli, Ahmet Turk, Murathan Mungan, Eren Keskin, Fikret Başkaya, İsmail Beşikçi, Ayşe Gokkan, Zubeyir Aydar, Halil Ergun, Sînemxan Bedirxan, Pervin Buldan, Mazlum Çimen, Yilmaz Yakût û gelenên kin bixwînin.
Weşanxaneyê hin pirtûkên din jî çap kirine
Weşanxaneya Aramê li gel vê pirtûkê hin pirtûkên din jî çap kirine ku helbest û roman in.
Pirtûkên ku hatine çapkirin ev in: Huseyin Duman “Xeyala Vegerê”; Savaş Amed “Agir Bi Berfê Ket”; Abdurrahman Yildirim “Raperîna Demsala Min”; Fazil Atan “Şûnwarê Bîranînan”; Medya Yaklav “Welatê Min”; Cîhan Azad Aydemir “Berbang Bû Piçûkê Min” û Zeynep Taşgir “Demnarîn”. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya