Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rojnameger Nedîm Turfent 1979 roj in li Girtîgeha Wanê tê girtin. Turfentî di nameya xwe ya ku 14ê Nîsana 2021an de nivisiye de gotiye, bi awayekî kêfî pirtûk li min qedexekirin e.
Turfentî di nameya xwe de gotiye, “Min nameya we di hefteya destpêkê ya meha Adarê de girt, li ser zerfê têbiniyekî weha hatibû nivîsand ku ‘Pirtûkekê radestî yekîneya perwerdeyê hatiye kirin’. Di çarçoveya prosedura asayî de yekîneya perwerdeyê materyalên ku tên lêkolîn dike û tiştên ku 'guncav' dibîne, mora 'hat dîtin' lêdixin û radest dike. Di dawiya lêkolînê de, ji ber 'sedemên' ku hê jî ez pê dikenim, gotine me dest danîne ser pirtûkê."
Name sansurkirin e
Rojnameger Turfent ku xwest hevalên xwe yên “li derve ne” bi nameyê bi vê qedexeya pirtûkan a kêfî agahdar bike lê rastî sansura duyemîn hat. Sê hevok û nîvên ku di nameyê de ji aliyê komisyona xwendinê ve hatibûn reşkirin.
Tûrfentî di dewama nameya xwe de diyar kir ku ew dixwaze serî li Dadgeha Destûrî û weha got:
"Heke parêzerek bê, ez ê serî li Dadgeha Destûrî bidim. Ji ber ku mîsoger biryara binpêkirinê were dayîn. Bi dehan biryarên emsal hene, hêvîdar im rêya parêzer wê li vir keve."
Çi bûbû?
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.(HA/AY)