Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
22 parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rewşa girtiya bi navê Garîbe Gezer ji Abdûlhamît Gul, Wezîrê Dadê pirsîne.
Parlamenteran pirsiyarnameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye ku tê de behsa rewşa Garîbe Gezera li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 1ê ya Kandirayê kirine. Demek berê derketibû holê ku îşkence, kiryarên xirab û êrîşa zayendî li Garîbe Gezerê bûye.
Cara pêşiyê bianetê nûçeya Garîbe Gezerê weşandibû ku Gezer li dijî bêhiqûqiyên lê hatiye kirin derketiye û bi sedema “çalakî li dar xistiye” xwestine wê bibin cihê bi navê “odeya bisifinc” ya weke odeya îşkencekirinê tê naskirin. Lê Gezer li dijî vê derketiye. Li ser vê rewşê gardiyanên jin û mêr, derb lê dane, bi pêlavên xwe pê li stûyê wê kirine û bi porê wê girtine û ew bi erdê ve kaş kirine.
Şerwalê wê wê hatiye kirin û bi wî awayî ew li beşa mêran kaş kirine. Paşê jê ew xistine “odeya bisifinc” ku bi temalî îzolekirî ye û 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Li vir gardiyanên jin êrîşa zayendî lê kiriye.
Gezerê xwestiye sifincên odeyê jê bike. Gardiyanan ew dîtiye û çûne li wir derb lê dane. Gezer li vir ji ser hişê xwe çûye. Destê wê ji paş de kelemçe kirine û bi qasî çar saetan ji ser hişê xwe çûyî li hicreyê hatiye girtin.
Ji ber vê êrîşa zayendî û tundkariya zayendî heman şevê xwestiye xwe bi çarşefê bixeniqîne. Çarşef qetiyaye û ketiye erdê. Serê wê li erdê ketiye û bi giranî birîndar bûye. Digel serê wê xwîn bhuye, midaxele lê nekirine û bi qasî du saetan ew bi vî şiklî sekinandine.
Gezer birine revîrê lê li vir jî kiryarên xirab lê kirine, ew derman nekirine. Piştî van bûyerên travmatîk ew careke din birine hicreya ku kesek tenê dikare lê bimîne. Roja 7ê Hezîranê xwestiye hicreya xwe bişewitîne û ew careke din xistine “odeya bisifinc”.
22 parlamenterên jin li ser rewşa Gezerê pirsiyarnameyek pêşkêşî Abdulhamît Gul kiriye û wan xwestiye bersiva pirsên wan bide.
Parlamenteran pirsîne ku ka gelo haya Wezaretê ji vê rewşê heye yan na û piştî vê rewşê Wezaretê ti tiştek kiriye yan na. (EKM/FD)