Parlamentera Partiya Nû ya Enqereyê Gamze Taşcier, piştî êrişên ku li dibistana navçeya Turgutluya Manisayê pêk hat, bûyerên bi çek yên ku zarok tevli bûne, xist rojeva Parlamentoyê.
Taşcierê di pêşnûmeya ku bi daxwaza Wezîrê Dadê Akin Gurlek bibersivîne de, cih da daneyên Rêveberiya Giştî ya Sicîla Dadî û Îstatîstîkan.
Li gorî vê yekê, di çarçoveya Qanûna Çekên Guleber û Kêr û Amûrên Din a bi hejmara 6136an de, di qonaxa lêpirsînê de:
- Di sala 2023an de di 6 hezar û 122 doseyan de derbarê 6 hezar û 293 zarokan de 7 hezar û 27 sûc,
- Di sala 2024an de di 7 hezar û 641 doseyan de derbarê 7 hezar û 929 zarokan de 8 hezar û 998 sûc,
- Di sala 2025an de jî di 8 hezar û 567 doseyan de derbarê 9 hezar û 93 zarokan de biryara 10 hezar û 351 sûcan hatin dayîn.
Taşcierê bi berhevkirina daneyên navbera salên 2023 û 2025an diyar kir ku hejmara dosyeyan ji sedî 39,9, hejmara sûcan ji sedî 47,3 û hejmara qeydên derbarê zarokan de jî ji sedî 44,5 zêde bûye.
Zarok çekan li kîderê peyda dikin?
Taşcierê ji Wezaretê pirsî ku Wezaret derbarê rê û rêbazên ku zarok bi wan digehêjin çekên guleber, qeyd û daneyan digire an na.
Taşçierê daxwaz kir ku daneyên pênc salên dawî yên derbarê vê yekê de ku ka zarok ji mala malbatê, ji derdorên nêzîk, ji kesên sêyem an jî bi rêya firotina neyasayî digehêjin çekan bên eşkere kirin.
Her weha Taşcierê pirsî ku ka derbarê bûyerên ku çekên guleber tê de hatine bikaranîn û zarokan tê de cih girtine di dibistanê de, li derdora dibistanê ango di rêya dibistanê de qewimîne de îstatîstîkek cuda tê girtin an na.
Heke kategoriyeke wisa ya daneyan a Wezaretê tune ye jî ka bi berçavgirtina êrişên bi çek ku di heyama dawî de li dibistan û derdora dibistanan de qewimîne dê kategoriyek bê avakirin an na.
(NÖ/AY)
