Fotograf: Gayan Sameera / Xinhua
Raja, “pîroztirîn” fîla Srî Lankayê, welatê Asyaya Başûr, di 68 saliya xwe de miriye.
Raja di nava 100 fîlên pîroz ên welêt de ya herî payebilind bû. Rayedarên dewleta Srî Lankayê diyar kiriye ku ji bo Rajayê wê merasîma cenazeyê ya dewletê li dar bixin. Serokdewletê Srî Lankayê, Gotabaya Rajapaksayî Raja bi gotina “gencîneya netewî” penase kiriye.
Li gorî vê penasekirinê wê laşê Rajayê ji bo “nifşên nû” were parastin, ji bo li gorî kevneşipoyan were pêşandan, wê nava wê dagirin û biparêzin.
Bi sedan Srî Lankayî piştî mirina Rajayê, cil û bergên sipî li xwe kirine û bi çîçekan ber bi bajarê Colomboyê, yê Raja lê dijiya.
Bi hezaran kes beşdarî şîna ji bo Rajayê hatiye lidarxistin. Rahip û xwendekarên çekên zehferanî li xwe kirine, dia ji Rajayê re kirine. Dest dane diranên wê û hurmeta xwe nîşan dane. Piştî merasîma olî, laşê Rajayê radestî tahnîtkaran kirine.
Raja di sala 1953yê de li bajarê Mysore, yê Hindistanê jidayik bûye. Mezintirîn fîla kedîkirî ya Asyayê bû.
Dema sax bû girîngiyeke mezin didane Rajayê ku dema derdikete geştê ekîbeke taybet ew diparast. Di sala 2015an de ajokarekî motorsîkletê yê dixwest bigihêje perestgehê, li bin guhê Rajayê xistibû. Piştî vê bûyerê, pasavanên çekdar ên taybet ew diparastin.
Di merasîmên olî yên salê de ku kesên agir dadiqurtandin û daholjen beşdar dibûn, Rajayê qutîka emanetên pîroz ên Bûdîstan têdebû, hildigirt.
Fîl li Srî Lankayê tên parastin lê gelek kes ji be xwediyê statuya xwe, li malan weke ajalên kedîkirî, wan xwedî dikin. Di salên dawiyê de ji bo nehêlin ajalên dirinde werin girtin û li malan xwedî nekin, qanûn hatine zexmkirin.
Çalakvanên ajalparêz diyar dikin ku gelek caran tiştên xirab li fîlên dîlgirtî tên kirin û perestgeh û xwediyên fîlan cezayên li fîlên kedîkirî tên birîn ji nedîtî ve tên. (HA/FD)