Agirê Newroza sala 2026an ê destpêkê li Agirî, Şirnex û Edeneyê hate pêxistin.Agirê Newroza 2026an li navçeya Bazîdê ya Agiriyê pêxistin. Girseya ku li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê kom bû, bi 77 meşaleyan ji Kolana Mem û Zînê heta Parka Şaredariyê meşiyan.

DEKLARASYONA NEWROZA 2026AN
Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk
Ji ber ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 4ê Nîsanê de dikeve 77 saliya xwe, girseyê 77 meşale hilgirtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Welat di meşê de dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Li Parka Şaredariyê agirê yekem ê Newroza 2026an hate pêxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Nejla Demir, Heval Bozdag û Sirri Sakik, parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî vêxistina agirê Newrozê, girseyê ji bo demeke dirêj govend gerand. Çalakî piştî gerandina govendê bi dawî bû.
Deşta Darê - Şirnex
Platforma Saziyên Demokratîk agirê Newrozê li bajaroka Deşta Darê pêxist. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên demokratîk û bi sedan welatî tev li pîrozbahîyê bûn. Welatiyên kincên neteweyî li xwe kirin, qada pîrozbahiyê bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin. Girseyê li ber stratên Kurdî govend kişand Newroz pîroz kir.
Berî pîrozbahiyê derbarê pîrozbahiyên Newrozên li Şirnexê, daxuyanî hate dayîn. Hevseroka Rêxistina Bajar a DEM Partiyê Taybet Bîlgî bal kişand ser girîngiya Newrozê û got ku dê di 21ê Adarê de li Gundikê Melê, di 22ê Adarê li Cizîrê, di 23ê Adarê de li navenda Şirnexê, di 24ê Adarê de li Silopya, di 25ê Adarê de li Hezexê û Qilabanê û di 26ê Adarê de jî li Elkê Newrozê pîroz bîkîn.

Danasîna strana nû a Newrozê hate kirin: Newroza Serfiraziyê
Piştî axaftinan agirê Newrozê ji hêla jinan ve hate pêxistin. Ligel govendê ciwanan fîşekên newayî avêtin. Piştî govendê Koma Hezex derket ser dike û stranên xwe stirî. Pîrozbahiya bi seatan dom kir, bi govend û tîlîlîyan bi dawî bû.
Edene
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li Kolana Çarşambayê ya axa Barbaros a navçeya Seyhanê Newroz pîroz kir.
Girseya li ber Nûnertiya DEM Partiyê ya Taxê bi slogana, “Bijî Serok Apo” agirê ewil ê Newrozê pêxist. Girseya li derdora agir kom bû, bi sloganan govend geriya.
Agirê ewil ji hêla Dayîkên Aştiyê ve hate pêxistin. Girseyê demek dirêj bi sloganan govend domand û fîşekên newayî avêtin.

Hevserokên Rêxistina Seyhanê yên DEM Partiyê Kismet Kaya û Sabahattîn Okuducu bang li gel kirin ku tev li pîrozbahiya Newrozê ku di 22yê Adarê de tê pîrozkirin, bibe.
Hevserokê Rêxistina Bajar a Edeneyê Seyfettîn Demîr jî diyar kir ku dê li Edeneyê banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bilind bikin.
Piştî axaftinan gel cardin li dora agir govend girêdan û dirûşm berz kirin.
(AY)
Çavkanî: Ajansa Welat, MA

