Pîrana Amedê 4 herêm ji bo 10 rojan hate qedexekirin
Ji ber operasyonên leşkerî çûn û hatina gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji bo 10 rojan hatin qedexe kirin.
Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî di navbera 21-30ê Gulanê de weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin.
Walîtiya Amedê daxuyanî daye û destnîşan kiriye ku ketina herêman bi destûrê pêk tîne û hinceta qedexeyê jî wek ‘Pêkanîna aramî û ewlehiya netewî, pêşî girtina sûc, parastina maf û azadiyan’ nîşan daye.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.