Li taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziya Stenbolê duh êvarê di saet 21:00an de pevçûn derket. Dema pevçûnê de Pinar Gemsiz ku li şaneşîna mala xwe bû, bi guleyan hate birîndarkirin.
Gemsiza birîndar, piştî ku rakirin nexweşxaneyê îro destê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Tê ragihandin ku lê taxê komek ji bo salvegera kuştina damezirînerê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Leninîst (TKP-ML) Îbrahîm Kaypakkaya çalakiya bîranînê bikin û li ser vê yekê di navbera wan û polêsan de pevçûn derketiye.
Li gorî nûçeya DÎHAyê di pevçûnan de polêsan çekên rastî bikar anîne û Gemsiza ku li mala xwe ya qata 3. de bû, bûye hedefa guleyan. Şahidên bûyerê gotin, ‘Piştî ku Gemsiz birîndar bû polêsan ji wesayîta zirxî derketin û ji cihê qalikên guleyan yên vala hilanîn û çûn.’
Hepimiz şahidiz "S 84" numaralı akrep aracının üst deliğinden silah çıkartıp ateş ettiler. Hepimiz şahidiz.
— Çayan Kaplan (@siyarkocgiri1) 15 Mayıs 2016
Gemsiz ji hêla malbata wê ve rakiribûn nexweşxaneyê.
Kongreya Demokratîk ya Gelan ji Sultangaziyê daxuyaniyek da û ragihand ku 3 gule li bedena Gemsiz xistine.
(HK/YO)