Fotograf: Ferid Demirel - bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jin, ji bo 10 saliya Peymana Stenbolê wê di nava rojê de li ser medyaya civakî bi hashtaga “İstanbulSözleşmesi10Yaşında” (Peymana Stenbolê 10 salî ye) çalakiyekê li dar bixin.
Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê îro daxuyaniyek weşandiye û gotiye “Em ê 1ê Tîrmehê derkevin kolanan û em serî natewînin.”
Komê wiha gotiye:
“Kevneperest û kesên xwe oldar nîşan didin, dijminên jin û LGBTI+yan bi mehan kampanya pêk anîn û di encama van kampanyayan de Peymana Stenbolê, di saetên şevê yên 19ê Adadê de bi biryara Serokomarî û yek alî ‘betal’ bûbû.
“Ma gelo di be Peymana Stenbolê nîvê şevekê bi biryara mêrekî betal bibe ku jinan ew Peyman bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan a li hemû cîhanê li dijî tundkariyê dane, bi dest xistiye û di sala 2011ê de bi biryara meclîsê ew qebûl kiriye? Ma dibe em qebûl bikin ku jiyana me bibe mijara bazara siyasî? Helbet na. Ew biryara betalkirinê ya yekalî ya yek mêrî ji bo me ti wateya wê nîne.
“Betalkirina Peymana Stenbolê tê wê wateyê ku dewlet wê dest ji berpirsiyariyên xwe berde. Ev biryar tê wê wateyê ku hûn dijminatiya li jinan, homofobî, transfobiyê weke siyaseta farmî qebûl dikin. Ji ber wê ye ku em ê 1ê Tîrmehê li kolanan bin.”
“Em ê dest jê bernedin”
Koma Kampanyeya Pêkanîna Peymana Stenbolê duh bi şev, gotina “Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin” bi ampûlan li ser dîwarên Bedena Stenbolê nivîsandiye.
Jinan her weha li ser medyaya civakî jî çalakiyek li dar xistine.
???? #İstanbulSözleşmesi10Yaşında
— Kırkyama #KadınlarİçinGüvence (@kirkyamakadin) May 11, 2021
Bir kişi daha eksilmeyeceğiz!
Katledilmelerimizle değil, hayallerimizle anılacağız!#Vazgeçmiyoruz pic.twitter.com/vG5jcTF6au
Etkin uygulansaydı kadın cinayetlerini durdurabilecek olan #İstanbulSözleşmesi10Yaşında
— Kadın Meclisleri (@kadinmeclisleri) May 11, 2021
Hukuksuzca sözleşmeden çekilme kararı verilse de kazanımlarımızdan bir adım geri atmayacağız. Sözleşmenin her bir maddesini uygulatacağız. pic.twitter.com/mHHiv5Cle3
Di vê navberê de Koma Kampanyayê malperek vekiriye. Kesên biwxazin, dikarin bikevin malpera istanbusozlesmesibizim.org-ê û di beşa fîltreyan de ji xwe re fotografekî kampanyayê amade bikin.
(DŞ/FD)