Parlamentoyê, pêşnûmeyasaya têkildarî erêkirina Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekeyê pejirand. Ev peyman di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdiyê de hatibû îmzekirin.
Peymana ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Siûdiyê de hatibû îmzekirin di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi 277 dengên erê li hemberî 118 dengên na hat pejirandin.
Peyman avakirina "mekanîzmaya hevbeş a parastin û ewlehiyê" ya di navbera her sê welatan de pêşbînî dike. Li gorî vê peymanê, êrişeke çekdarî ya derve ya li ser aliyekî wekî ku li dijî hemû aliyan hatiye kirin tê hesibandin.
Peyman her wiha pêşbînî dike ku alî ji bo parastina serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa hevdû hevkariyê bi pêş bixin û li hemberî gefên muhtemel bi hev re gavan bavêjin.
Derbarê peymanê de
Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Pakistanê di Tebaxê de Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekeyê îmze kiribûn.
Peyman ji 16 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şazadeyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bîn Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatiye îmzekirin.
Di nava vê peymanê de madeyên krîtîk cih digirin. Li gorî peymanê, êrişa li ser her endamê vê hevalbendiyê dê wekî êrişa li ser her du welatên din jî bê dîtin.
Rayedar radigihînin ku Peymana Mekeyê bi temamî ji bo armancên parastinê ye û ti welatî nake armanc.
Her sê welat di çarçoveya "mafê parastina rewa" yê madeya 51ê ya Peymannameya Neteweyên Yekbûyî (NY) de piştgiriyê didin welatê ku rastî êrişê hatiye. Di vê piştgiriyê de derfet û şiyanên leşkerî jî cih digirin.
Herî kêm ji bo 10 salan e
Alî piştî ketina meriyetê heta 10 salên ewil nikarin ji peymanê derkevin.
Piştî 10 salan jî tenê bi agahdarkirineke nivîskî ya herî kêm 3 mehan berê, dê karibin mafê xwe yê vekişînê bi kar bînin.
(AEK/AY)
