Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Reza Zarrab piştî ku li Miamiyê hat desteserkirin di Adara 2016yê de hat kirtin û di doza “DYA li hemberî Atîllayî” de bûbû şahid. Niha jî peymana di navbera Zarrab û dozgeriya federal a DYAyê de derket holê.
Peyman 20ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê hatiye amadekirin û 26ê Çiriya Pêşiyê jî ji hêla Zarrab û parêzerên wî ve hatiye îmzekirin. Peyman ji 7 xalan pêk hatiye.
Li gorî peymanê divê Zarrab di çarçoveya van şert û mercan de tevbigere.
* Di mijarên di çarçoveya lêpirsînê de çalakiyên xwe yan jî yên kesên din bi temamî û bi durustî wê aşkere bike.
* Bi dozgeriyê, Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) û saziyên din re wê di nava hevkariyeke tam de be.
* Çi civînên ku dozgeriyê daxwaza beşdariya wî kirine wê beşdar bibe.
* Di hemû pêvajoyên dadgehkirinê, yên weke jûriya mezin û daneşînên de wê îfadeyên xwe bi durustî bide.
* Detayên hemû pêvajoyên lêpirsînê, yen ku ew bixwe beşdar bûne yan jî yên ew tên sûcdarkirin û hemû sûcên ku kiriye, wê bi Dozgeriyê re par ve bike.
* Ti sûcên din nake.
* Sûcên ku di çarçoveya peymanê de ne divê ji bilî Dozgeriyê, saziyên peywendîdar û parêzerên ku destûra wan a ka ji bo DYAyê hene bi ti kesî re hevdîtinê neke.
Heke ku Zarrab li gorî peymanê tevbigere, ji bilî dozên derbarê nelirêtiya bacê, di çarçoveya dozan de wê muameleyeke din a cezayê li hemberî wî çênebe.
İhtimal heye ku di çarçoveya “programa parastina şahidan” de bê hesibandin
Di peymanê de her wiha hatiye diyarkirin ku Zarrab wê di çarçoveya “programa parastina şahidan” de bê hesibandin.
Her wiha hatiye gotin ku Zarrab hin sûcên ji derveyî dozê bike, îfadeyên kêm, şaş an jî xapîner bide yan jî şertên peymanê bin pê bike wê weke ku peyman nehatibe kirin ji wan sûcanbê dadgehkirin. (PT/FD)
* Çavkanî: BBC Tirkî