Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê(PE) ji ber axiftinên li dijî jinan yên Janusz Korwin-Mikkeyî, deh rojan endametiya wî ya PEyê betal kir.
Ew ê heqê 30 rojên mehaneya xwe ji parlamentoyê nestîne.
Got: “Jin ne qasî mêran zîrek in”
Di 1ê Adarê de li Parlamentoya Ewropayê li ser newekheviya mehaneyên jin û mêran civînek hatibû pêk anîn.
Di civînê de Janusz Korwin-Mikkeyî gotibû:
“Helbet divê jin ji mêran kêmtir bistînin. Ji ber ku ew qelstir in, biçûktir in û mêr ji wan zîrektir in.”
PEyê li ser van gotinên wî lêpirsîn li wî vekir û ceza da wî.(ÇT/MB)