Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martin Schulz derbarê serbestiya vîzeyan bo Tirkiyeyê de daxuyanî da û ragihand ku heta şertên diyarkirî pêk neyê ew mijar nakeve rojeva parlamentoyê.
Schulz di hevpeyvîna xwe ya radyoya Deutschlandfunkê de ragihand ku Tirkiye şertê ku jê hatiye xwestin hê nexistiye rojeva xwe jî û diyar kir ku ji ber vê sedemê, wî vê mijarê sewqê komîsyonê jî nekiriye.
'Ez bawer nakim ku Tirkiye vê yekê pêk bîne'
Schulz: Nabe ku peyman bi hêsanî were betalkirin
Serokê PEyê destnîşan kir ku ji bo serbestiya vizeyan 72 şert pêwist in, lê Tirkiye 5 şertên serekê pêk neaniye. Di nav 5 şertan de qanûna terorê û sererastkirina agahiyên ferdî jî heye. Shulz ragihand ku ji bo di meha Cotmehê de serlêdana Tirkiyeyê were qebûlkirin,divê ji niha ve ev mijar têkeve rojeva meclisa tirk.
Shulz got ku eger lihevkirinek pêk neyê jî, ew texmîn nake Tirkiyê destûr bide penaberan ku ber bi Ewropayê ve biçin. Serokê PEyê herwiha ragihand ku di navbera Tirkiye û Ewropayê de peymaneke berfireh hatiye danîn û nabe ku ev yek bi hêsanî were betalkirin.
Brok: Heta meha Cotmehê ancax...
Serokê Komîsyona Karên Derve yê Parlamentoya Ewropayê, Elmar Brokî got destûra çûna Ewropayê ya bêvîze tê hêvîkirin di meha Hezîranê de bê dayin lê çêdibe heta Çiriya Pêşiyê jî neyê dayin.
Brokî ji ZDFyê re gotiye destûrnedan dê bandorê li hevpeymana li ser penaberan ya Ewropa û Tirkiyeyê bike. Brokî gotiye ew dibêje qey ‘’ew ê li hev neyên.’’
‘’Erdogan ne bidil e’’
Wezîrê Karên Navxweyî, Tomas De Maziziereyî jî gotiye: ‘’Serokwezîr Erdogan ne amade ye hemî şertan pêk bîne.’’ li gotinên xwe zêde kiriye ku heke şert pêk neyên mûafiyeta vîzeyê dê pêk neyê.
Bozkir: Ne mûmkûn e li ser têgeha terorê minaqeşe bê kirin
Wezîrê Yekîtîya Ewropayê, Volkan Bozkir li Strasbourgê li ser mûafiyeta vîzeyê axiviye.
Wezîrî ji NTVyê re dîyar kiriye ji bo têkoşîna li dijî terorê Tirkiye li gor standardên Ewropayê ye û gotiye ‘’ ne mûmkûn e li ser têgeha terorê minaqeşe bê kirin’’(YY/MB/YO)