Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Heyeta CHPê ku ji parlamenterên Eren Erdem, Fikri Saglar, Ali Şeker û Orhan Saribal pêk dihat çûn serdana Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk.
Li gorî nûçeya Hurriyetê ya Rifat Başaran Demirtaş û Turk di wê hevdîtinê de wiha axivîn:
Demirtaş: Mafê min ê qanûn çêkirinê tê astengkirin
“ Me 15 rojan berê girtina xwe bihîst ku em ê werin girtin. Ez dikarîbûm bi rehetî biçûyama welatekî din lê ez li şûna ku li welatekî din azad bijîm, ez ê li welatê xwe girtî bim.
“Min ji zarokên xwe re got ku dema hatina polîsan çawa tev bigerin.
“Mafê min ê qanûn çêkirinê û temsîlkirinê hatiye astengkirin û ez ji vê yekê gelek aciz im.
“Divê ez mafê xwe yê qanûn çêkirinê bidomînim. Ez pêşniyaz dinivîsînim lê paş tê şandin. Payeya paşşandinê yê mudirê girtîgehê nîn e, yê serokê meclisê ye.”
Turk: Ez ji her tiştî re amade me
“Bila aştî were welatê me, ji bo vê eger dixwazin bila min li Taksimê darve bikin.
“Hema bila êdî xwîn nerije, zarok nemirin ez ji her tiştî re amade me.
(EKN/(YO)