3yemîn Kongreya Awarte a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Sporê ya Enqereyê bi rê ve çû.
Kongre bi slogana “Partiya Bihêz, Têkoşîna Bibiryar” hat pêkanîn û Pervîn Bûldan Wekîla Serokê Parlamentoyê ya HDPyê û Sezaî Temellî Alîkarê Hevserokên Giştî weke namzet beşdarî kongreyê bûn.
Ji hezar û 109 delegeyan 837 delegeyan dengên xwe dan û Bûldan û Temellî bi dengên 823 delegeyan weke hevserokên giştî yên nû hatin hilbijartin.
Di kongreyê de her wiha 100 jê esil 50 yên şûngir 150 endamên Meclîsa Partiyê hat hilbijartin.
Demîrtaş di rêza yekem a lîsteya Meclîsa Partiyê de ye
Lîsteya Meclîsa Partiyê ku di 3yemîn Kongreya Awarte ya HDPyê de hat pêşkêşkirin bi dengên delegeyan ve hat erêkirin. Selahattîn Demîrtaş di rêza yekem, Serpîl Kemalbay di ya duyem de hat hilbijartin. Endamên nû yên Meclîsa Partiyê ev in:
Selahattin Demirtaş, Serpil Kemalbay, Adalet Aydın Sözkesen, Adnan Selçuk Mızraklı, Ali Kenanoğlu, Ali Özkan, Ali Ürküt, Alican Önlü, Alper Öztürk, Arife Çınar, Asiye Kolçak, Ayfer Fatma Çelik, Ayhan Bilgen, Aylin Hacaloğlu, Aysel Güzel, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Berktay, Azad Barış, Barış Karabıyık, Bedia Akkaya, Bedia Özgökçe Ertan, Bedriye Yorgun, Benazir Coşkun, Bereket Kar, Berna Çelik, Betül Ünsal, Birsan Kaya Altınörs, Bülent Uyguner, Celalettin Can, Cengiz Yılmaz, Cevdet Konak, Coşkun Üsterci, Dirayet Taşdemir, Elif Bulut, Elif Torun Öneren, Emine Beyza Üstün, Emine Kaya, Erdal Bektaş, Fatma Kurtulan, Feray Mertoğlu, Feride Peynirci, Garo Paylan, Gençay Gürsoy, Gülay Bilici, Gülsen Ülker, Gülsüm Ağaoğlu, Gülşen Özbek, Günay Kubilay, Günfer Karadeniz, Hakkı Saruhan Oluç, Hatice Ödemiş Bayram, Hişyar Özsoy, Hürriyet Kaytar, Hüseyin Gür, Hüseyin Taka, İbrahim Akın, İbrahim Ayhan, İlknur Bingöl, İzzet Karadağ, Kemal Peköz, Kıvanç Eliaçık, Leman Kiraz, Mehmet Hüsamettin Yürek, Mehmet Salih Yıldız, Mithat Sancar, Muazzez Töre,Murat Çepni, Mustafa Avcı, Nadir Yıldırım, Nadiye Gürbüz, Nazmi Gür, Nesimi Aday, Nimetullah Erdoğmuş, Nuran İmir, Nurettin Turğut, Nurettin Üzümcü, Olcay Öztürk, Ömer Faruk Kırnıç, Ömer Önen, Resul Sadak, Rıdvan Turan, Roza Kahya, Selahattin Aslan, Semra Güneş, Sevtap Akdağ Karahalı, Sibel Yiğitalp, Şehriban Zuğurli, Taşkın Aktaş, Tuna Aydın, Yağmur Yurtsever, Yılmaz Topaloğlu, Yurdusev Özsökmenler, Yüksel Mutlu, Zahide Besi, Zelal Yerlikaya, Zeynep Boğa, Zeynep Nilgün Salmaner, Zübeyda Zümrüt, Zühtü Turgut, Züleyha Gülüm.
Lijneya Disiplînê ya Navendî: Abdurrahman Öztürk, Nuriye Taka, Selma Metin, Serhat Karaşin, Sinem Coşkun, Sultan Özcan, Zahit Mutlu.
Lijneya Lihevkirinê: Fatma Gök, Özgür Sevgi Göral Birinci, Seydi Fırat, Yavuz Önen
Pervîn Bûldan kî ye?
Sala 1967ê li Colemêrgê ji dayik bûye. Siyasetmedar e.
Dayika du zarokaye.
Hevjînê wê Savaş Bûldan ku karsaz bû, piştî daxuyaniya serokwezîra demê Tansûr Çîllerê 4ê Çiriya Paşiyê ya 1993yê de got, “Di destê me de lîsteya karmendên Kurd ên ku alîkariya PKKyê dikin heye. Di lîsteyê de bi qasî 60 navan heye. Dewlet çawa ku têkoşînê bi PKKyê re dike wê bi wan kesan re bike ku alîkariya darayî didin PKKyê” hat revandin, hat kuştin, lê kujerên wî nehatin dîtin.
Bûldan yek ji endamên Dayikên/Mirovên Şemiyê ye û weke Seroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine kar kiriye.
Sala 1999ê di hilbijartinan de li Stenbolê weke namzeta parlamenteriyê ya HADEPê hat nîşandan. Ji ber ku partiya wê benda ji sedî 10ê derbas nekir, nekarîbû bibe parlamenter.
Dîsa sala 2002yê ji hêla DEHAPê ve weke namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê hat nîşandan lê ji ber ku partiya wê benda hilbijartinê derbas nekir, nebû parlamenter.
Sala 2005ê ji hêla saziyeke jinan a Swîsreyê weke namzeta Xelata Aştiyê ya Nobelê hat nîşandan.
Di serdema 23, 24, 25 û 26ê weke Parlamentera Îdirê ya HDPyê hat hilbijartin. Bûldan Wekîla Serokê Meclîsê ye.
Sezaî Temellî kî ye?
Sala 1963yê li Stenbolê ji dayik bûye.
Piştî Beşa Darayî ya Fakulteya Iqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye li heman zanîngehê doktora kiriye.
Dema ku li Beşa Darayî ya Rêveberiya Civakê û Zanyariya Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê weke dersdêr kar dikir, bi KHK ya 675ê ya di encama Rewşa Awarte de hatibû ragihandin ji zanîngehê hat îxrackirin.
Weke Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Aboriyê Berpirs yê HDPyê kar dike.
Di Serdema 25ê de (Hilbijartina 7ê Hezîranê) weke Parlamenterê Stenbolê yê HDPyê hat hilbijartin. Di hilbijartina 1ê Çiriya Paşiyê ya 2015yê de nehat hilbijartin. (HK/FD)