Pêvajoya serlêdanê ya “Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî” dest pê kir. Malbata Arjen Ariyî û Weşanên Sorê wê ji bo bîranîna Arjen Ariyî pêşbirkê cara 11an li dar bixin.
Necla Arî, Îrfan Amîda, Îsmaîl Dîndar, Serdar Şengül û Şener Özmen endamên lijneya pêşbirkê ne.
Kesên xwedî berheman divê heta 1ê Nîsana 2024an dosyeyên xwe bişînin ji bo pêşbirkê.
Arjen Arî, yek ji helbestvaniya kurdî yên navdar ên nivşê nû bû. Ew di 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2012yan de koça dawî kiribû.
Şert û mercên beşdarbûna pêşbirkê ev in:
- Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
- Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya vê pêşbirkê li dar dixe ve ango ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
- Her kesê ku heta niha pirtukeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
- Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata Kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.
- Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
- Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
- Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
- Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
- Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya (hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
- Dosye divê di formata A4 de, 5 (pênc) nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin.
- Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.
- Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
- Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
- Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2024an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.
- Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
- Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.
- Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
- Kesên xwedî berheman divê heya 1ê Nîsana 2024an dosyeyên xwe bişînin.
Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, ji bo vê navnîşanê bên rêkirin:
Pêşbirka helbestê ya Arjen Ariyî
Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sk. Nuyap Plaza, Kat: 7, No: 46, Yenişehir/Diyarbakır
(li ser navê Songül Argünağa)
Pêwendî: 0543 488 69 96
(FD)