Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8an destpê kiriye.
Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn şert û mercên serlêdanê ya Mîhrîcanê aşkere kiriye. Li gorî van şert û mercan, “di serî de belgefîlmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin, nikarin li cihekî din werin pêşandan; wek qadeke parvekirin, nirxandin, nîqaşkirin û pêşandana tevahiya belgefîlmên ku tê de li hemberî tu nasnameyeke etnîk, olî, zayendî û çandî êrîş û heqaret tunebin, em îsal Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8emîn li dar dixin. Ji bo mîhrîcanê dê belgefîlmên ku 2020an vir ve hatine çêkirin bên qebûl kirin.”
Pêvajoya serlêdana Mîhrîcanê di 3yê Tîrmehê de dest pê kiriye û heta 31ê Tîrmehê wê dewam bike. Mîhrîcan îsal wê di navbera 27ê Îlonê û 1ê Çiriya Paşiyê de pêk bê.
Serlêdana fîlman wê bi rêya malpera filmamed.ortadogusinema.com-ê ango bi rengekî online wê pêk bê.
Wê piştgiryê bidin çêkirina belgefîlman
Ekîba amadekar a Mîhrîcanê diyar kiriye ku wê piştgiriyê bidin çêkirina belgefîlman. Bi taybet projeyên ku balê dikişînin li ser pirsgirêkên civakî, mafên mirovan, yên cudahiyan, pirsgirêkên penaberan û wekheviya zayendî, yên rêzê ji mafên çandî re digrin û bi taybetî li Amedê û derdora wê bên kişandin wê bikaribin piştgiriyê werbigrin.
Kesên ku dixwazin ji bo fîlmên xwe piştgiriyê bidest bixin, dikarin vê forma serlêdanê dagirin. (FD)