Pêvajoya serlêdanên Festîvala Filmên Porteqala Zêrîn a Antalayayê Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê di 2-9ê cotmehê da Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 58an destpê kiriye.
Muhîttîn Bocekê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê diyar kiriye ku ji bo Metraja Dirêj a Neteweyî, Belgefîlm û Kurtefîlman serlêdan li ser malpera înternetê ya festîvalê destpê kiriye.
Bocekî daxuyandiye ku ew ê bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê festîvalê li dar bixin û di çarçoveya festîvalê da digel Fîlmên Metraja Dirêj ên Neteweyî, Belgefîlm û Kurtefîlman Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Navneteweyî û Foruma Fîlman a Antalyayê wê were lidarxistin.
Di festîvalê de li ser hev milyon û 400 hezar lîreyê tirkan wê xelatê bidin.
Pêvajoya serlêdanê heta 9ê Tebaxê ye. (FD)