Pêvajoya serlêdanan a 12emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurtî destpê kiriye. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanînê (Egitim-Sen) ya Êlihê vê bernameyê li ser navê Şerzan Kurtî li dar dixe ku di 12ê Gulana 2010an de li Zanîngeha Mûglayê polîs Gultekîn Şahînî ew kuştibû.
Pêşbaziya ku bi armanca bale bikişîne ser binpêkirinên mafan û berhemên baş ên serbixwe li wêjeyê zêde bikin, wê çîrokên bi kurdî û tirkî bên qebûlkirin.
Lijneya pêşbaziyê wê heta 1ê Îlona 2022an wê çîrokan qebûl bikin. Xelatên pêşbirkê jî dê di 12ê Kanûna Paşiya 2021an de bên dayîn.
Şertên tevlîbûna pêşbirkê wiha ne:
“* Berhemên ku tev li pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
* Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
* Heta 1ê Îlona 2022’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila [email protected] re bên şandin.
* Piştî ku encama 12emîn Xelat Çîrokan a Şerzan Kurt aşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tev li pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
* Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên aşkere kirin û xelat di 12’ê mijdara 2020’an de digel bernameyekê wê bê dayîn.
* Xelat, plaketeke ku dê ji aliyê saziyê ve bê dayîn. Xelat wek pere nayê dayîn.”
Çi bûbû?
Şerzan Kurt, dema li Zanîngeha Mûglayê xwendekarê pola duyem bû, di 12ê Gulana 2010an de bi guleya polîsekî birîndar bûbû. Kurtê 21 salî biribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dokûz Eylulê ya Îzmîrê lê di 19ê Gulanê de can dabû.
Gultekîn Şahin, polîsê li Midûriyeta Emniyetê ya Mûglayê wezîfedar bû, ji ber kuştina Kurtî hatibû girtin. (AY)