Pêvajoya serlêdanan a 11emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurtî destpê kiriye. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanînê (Egitim-Sen) ya Êlihê vê bernameyê li ser navê Şerzan Kurtî li dar dixe ku di 12ê Gulana 2010an de li Zanîngeha Mûglayê polîs Gultekîn Şahînî ew kuştibû.
Pêşbazî di beşa çîrokên kurdî û di beşa çîrokên tirkî de ango ji du beşan pêk tê.
Îsal lijneya Îsal ya çîrokên kurdî ji Çorê Arda, Rengîn Kardelen, Burhan Tek, Mûrad Dildar, Ferhadê Mihemed û Omer Kurtî (bavê Şerzan Kurtî, wê dengan nede) pêk hatiye. Di lijneya çîrokên tirkî de jî Bîrgul Sevînçlî, Gamze Guler, Suzan Bîlgen Ozgun, Menekşe Toprak, Şengul Can û Nejla Kurtî (dêya Şerzan Kurtî. Wê dengan nede) hene.
Lijneya pêşbaziyê birêve dibe dixwaze bi vê pêşbirkê balê bikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan û berhemên xweser derxin holê.
Piştî encam diyar bûn wê di 9ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de wê xelat li xelatgiran werin belavkirin.
Li gorî nûçeya Fethi Balamanî ya di Ajansa Mezopotamyayê de weşiyaye, Nûrettîn Şîmşek, Serokê Egitîm-Sena Êlihê wiha gotiye: “Ji ber ku kayûm hatiye tayînkirin ev 5 sal in beşdariya di pêşbaziya çîrokan de pir hindik çêdibe. Lê belê hêviya me ew e ku em îsal merasîma xelatê bi awayekî girseyî li dar bixin.”
Şîmşekî her weha diyar kiriye ku “ji ber êrîşên mezin ên vê pêvajoyê li kurdî dibin ew ê îsal kesên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebitin wê werin xelatkirin.”
Kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin divê çîroka xwe, kurtejiyana xwe, zanyariyên xwe yên têkilîdanînê û fotografekî xwe bişîne navnîşana [email protected]ê.
Çi bûbû?
Şerzan Kurt, dema li Zanîngeha Mûglayê xwendekarê pola duyem bû, di 12ê Gulana 2010an de bi guleya polîsekî birîndar bûbû. Kurtê 21 salî biribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dokûz Eylulê ya Îzmîrê lê di 19ê Gulanê de can dabû.
Gultekîn Şahin, polîsê li Midûriyeta Emniyetê ya Mûglayê wezîfedar bû, ji ber kuştina Kurtî hatibû girtin. (FD)