Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadekariyên hilbijartinên Parlamentoyê yê Herêma Kurdistanê rawestand.
Li gorî nûçeya MAyê amadekariyên hilbijartinên parlementoyê ku beriya niha ji bo 30ê Gulanê hatibûn paşxistin, bi awayekî demkî hatin rawestandin.
Li gorî nûçeyê, Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Helay ragihand ku bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê amadekariyên hilbijartinan bi awayekî demkî hatin rawestandin.
Li ser giliyê Barzanî hilbijartin rawestiya
Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Demî ya Herêma Kurdistana Iraqê roja 6ê Gulanê li Dadgeha Federal a Iraqê kir gilî kir û daxwaza rawestandina amadekariyên hilbijartinên qonaxa 6emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.
Duh, li ser îtiraza Barzanî Dadgeha Federalî biryara rawestandina hilbijartinê da.
Çi bûbû?
Biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên Parlamantoya Herêma Kurdistanê di Çiriya Pêşîna 2022yan de bihata kirin.
Lê ji ber nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisyanê de (YNK) ev hilbijartin hatibûn taloqkirin û dema peywira Parlamantoya Herêma Kurdistanê salekê hatibû dirêjkirin.
Dadgeha Fedaral a Îraqê Gulana 2023yan biryar da ku dirêkjirina dema peywira Parlamantoya Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê biryar da ku hilbijartin 25ê Sibata 2024an bên kirin.
Ji ber ku Dadgeha Fedaral a Îraqê giliyên li ser “kotayên pêkhateyan” û “Yasaya Hilbijartinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê” dinirxandin pêvajo rawestiyabû.
(AEK/AY)