Welatiyên Tirkiyeyê îro ji bo rêveberên herêmî yên ku dê 5 salan wezîfedar bin hilbijêrin, diçin ser sindoqan. 61 milyon û 441 hezar û 882 dengdêrên tomarkirî wê di 208 hezar sindoqan de dengê xwe bidin.
Di hilbijartinan de dê şaredarên 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan bên diyarkirin.
34 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinan bibin û milyon û 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bidin.
Dengdêr wê li bajarên mezin çar dengên cûda bidin. Wê ji bo namzetê serokê şaredariya bajarê mezin, namzetê serokê şaredariya navçeyê, namzetê endamê meclîsa şaredariya navçeyê, namzetê mixratiyê û lijneya extiyaran deng bidin.
Li bajarên din jî; welatî wê ji bo namzetê serokatiya şaredariyê, endamê meclîsa giştî ya bajar, endamtiya meclîsa şaredariyên navçeyan, mixtar û lijneya extiyaran deng bidin.
(EMK/AY)