Hukimetê pêşnûmeya ku di sûcên îstîsmarkirina cinsî de eger mexdûr û sûcdar bizewicin wê li ti kesî/ê ceza neyê dayîn, paş kişand.
Dihat payîn ku ji bo wê pêşnûmeyê îro li lijneya meclisê dengdan were kirin ku bibe qanûn.
Serokwezîr Bianli Yildirim îro li Balafirgeha Ataturkê daxuyanî da ji çapemeniyê re û got ku wê li ser wê pêşniyaza qanûnê careke din xebat were kirin û helwesta muxalefetê jî wê li ber çavan bê girtin.
Yildirim wiha axivî:
“Her çiqas kesên ku emrê wan biçûk e, bi rizaya xwe yan jî ya malbata xwe bizewicin jî ev li gor zagonê sûc e. Beriya îqtidara AK Partiyê sûcekî wiha tunebû. AKPê ji bo parastina ciwan û malbatê zewacên wiha her çiqas riza hebe jî di qanûnê da wek sûc pênase kir.
“Heke ji wan (mixalefet) teklîfek were, emê guh bidin wê jî û wisa bikemilînin. Heke neyê emê guh bidin pêşniyazên rêxistinên civata sivîl, welatiyan, pispor û akademîsyenan û vê mijarê çareser bikin. Lewra cihê çareserkirina pirsgirêkan siyaset e.
“Him ji ber ku Serokomarê me li ser vê mijarê banga mitabeqetê kir, him jî ji ber ku dema partiyên muxalefetê çêbibe ku ew pêşniyazên xwe pêşkeş bikin, em vê pêşnumaya Meclisê dibin komîsyonê. Di komîsyonê de ev mijar wê bi hurgilî bê axaftin û miheqeq wê bê çareserkirin. Em nikarin vê mijarê bê çareserkirin bihêlin.
“Eger siyaset pirsgirêkên welêt çareser neke, wê hingê ji bo civakê bar e. Em bi çareserkirina pirsgirêkan heta îro hatin. Me pirsgirêkên mezin bi xizmetên mezin veguherandin û heta îro hatin.
Çi bûbû?
Hukimeta AKPê di 17ê Mijdarê de pêşnûmeyek dabû meclisê ku eger sûcdarên îstîsmarkirina cinsî bi mexdûrê sûcê re bizewicin wê li wan ceza neyê dayîn.
Her wiha di çarçoveya wê qanûnê de eger kesên di temenê zarok de werin zewicandin dê êdî ceza li malbatên wan neyê dayîn.
Di wê qanûnê de hat xwestin ku eger mexdûr û sûcdar piştî zewacê hev berdin di wê yekê “sûcdar bi qisûr be” ancax dikarin ceza bidin.
Pêşnûme ji hêla parlementerên AKPê yên Stenbolê Mehmet Muş û Halis Dalkiliç, yê Kocaeliyê Ilyas Şeker, yê Kirikkaleyê Ramazan Can, yê Hatayê Haci Bayram Turkoglu û yê Osmaniyeyê Mucahit Durmuşoglu ve hatibû dayîn.
(ÇT/YO)