Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Komîsyona Dadê a Parlamentoyê "Pêşniyaznameya derbarê yasaya parêzeran û pêkanîna guhertina hin yasayên din” bi îmzeyên parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) hatiye pejirandin.
Li gorî madeyên ku hatine pejirandin, heke li bajarekî ji yekê zêdetir baro hebin wê demê ji bo ku parêzer di heman buroyê de bi hevre bixebitin an jî şirikatiyê bikin ne şerte ku endamên heman baroyê bin.
Li gorî yasayê li bajarên ku hejmara parêzeran ji 5 hezarî zêdetir e, herî kêm bi 2 hezar parêzeran wê bikaribin baroyekî din vekin.
Heke hejmara parêzeran bikeve bin 2 hezarî, wê demê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ji baroyê ji bo ku wê hejmarê di nava 6 mehan de bigihîne 2 hezarî dê nivîsek bixwaze. Ger di nava 6 mehan de ev kêmasiya neyê temam kirin, TBB wê baroyê bigire û di malpera xwe ya fermî de girtina baroyê ragihîne.
Parêzer wê bi cubeyê ku TTByê diyarkiriye, derkevin peşberî dadgehan. Derbarê cil û bergên parêzeran de guhertin çênebûne.
Yasaya derbarê parêzeran de ya ku ji aliyê AKPê û MHPê ve hatiye peşirandin ji 28 madeyan pêk tê.
Her weha koma Partiya Gel a Komarî(CHP), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û IYI Partî daxwaz dikin yasaya derbarê parezeran de bê hilweşandin. (TP/AY/FD)