Pêşmerge daxuyand ku wan derbarê bombekirina li Başikayê de ji Tirkiyeyê ti alîkarî nexwastiye.
Fermandarê Pêşmergeyên li eniya Başikayê Îskender Gerdî ji Rûdawê re axivî û got: “Me bi ti awayî ji bo bombekirinê daxwaz ji Tirkiyeyê nekiriye.”
Serokwezîr Bianli Yilidirim duh li Afyonkarahisarê di axavtina xwe de gotibû: “Hêzên Pêşmerge ji ji destê DAIŞê rizgarkirina qezayê Başikayê dest bi operasyonê kirin. Ji bo vê yekê ji leşkerên me yên li Başikayê alîkarî xwestin. Em jî bi tang û topên xwe yên li wir, alîkarî didin wan.”
Îraqê jî du caran derewandibû
Artêşa Îraqê jî di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku îdiayên ku Tirkiye tevli operasyona Mûsilê bûye, derew e.
Li gorî nûçeya AFPê daxuyanî ji hêla Fermandariya Operasyona Hevpar a Artêşa Îraqê ve hatiye dayîn û îdiayên ku Tirkiye tevli operasyona Mûsilê bûye, hatiye derwandin.
Îbadî jî di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê Ash Carter ve, got: “Ez dizanim ku Tirkiye dixwaze beşdarê operasyonê bibe. Em spas dikin ji wan re. Lêbelê Îraq dikare vê pirsgirêkê bi serê xwe çareser bike. Eger pêwist bibe em ê ji Tirkiyeyê û dewletên li herêmê alîkarî bixwazin.”
Li Başikayê rewşa dawî
Piştî nûçeya duh ya Reutersê îro Rûdawê jî î ragihand ku operasyona hêzên Pêşmerge yê li eniya Başikayê bi dawî bûye û qeza hatiye rizgarkirin.
(AS/YO)