Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Dema Jinan, ji bo 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tûndkariya Li Ser Jinan, wê pêşangehekê li dar bixe. Pêşangeha bi navê “Di Dema Jinan de Bîra Jinan” wê di 20ê Çiriya Paşiyê de destpê bike û sê rojan dewam bike.
Di pêşengehê de mijarên weke tûndkariya ku li jinên kurd dibin, tekoşîna jinên li girtîgehan a li hemberî bêadaletîyê û rewşa awarte û hin mijarên din wê bi resman werin nîşandan. Ji bo vê jî wê berhemên wênesaz Neşe Toprak û Senan Dogan jî werin nîşandan.
Pêşengeh wê li avahîya komeleyê vebe. Komaleyê banga beşdariya pêşangehê û piştevanîyê kirîye.
Bername û plana pêşengehê wiha ye:
Vekirin: 20ê Çiriya Paşîyê, Şemî 13.00 – 18.00
21ê Çiriya Paşîyê 13.00 – 18.00
22ê Çiriya Paşîyê 13.00 – 20.00
Navnîşan: Kolana Înonuyî, Sikaka Babîlê, Hijmar:11/A Harbîye Şîşlî – Stenbol
0 542 609 69 62
(EMK/DD/FD)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye