Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtîya Ewropayê dê pêşbirkeka kurtefîlman pêk bîne. Ew kesên ku dixwazin beşdar bibin dê bikarin heta 15ê Çiriya Paşiyê (meha 11.) siet 18.00ê beşdar bibin.
Mijara kurtefîlman a îsal “mafê mirovan” e.
Divê dirêjîya fîlman 3-10 deqîqe bin. Ji bo daxwaza beşdarîyê û agahiyên berfirehtir hûn dikarin vê dûvelankê(lînkê) bitikînin.
Slogana fîlmê “bila kamêra ji bo mafên mirovan bixebitin” e. Amadekarên pêşbirkê bangî berbijarên amadekirina kurtefîlman kiriye ku bila ew nemaze li ser parastina mafên zarok û jinan berheman amade bikin.
Fîlmên ku heta fînalê bimînin dê di meha Kanûna Pêşiyê (meha 12.) a 2019ê de li 9. Rojên Mafên Mirovan ên Yekîtîya Ewropayê de bêne nîşandan.
(AO/MB)