Hunermend A. Asli Filîz wê li Hambûrgê, li itzehoe kültürhofê wêneyên ku xêz kiriye pêşkêş bike.
Navê pêşangeha Fîlîzê “Rengên Mezopotamyayê” ye. Pêşangeh wê di 10ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de destpê bike û heta 1ê Nîsanê dewam bike.
A. Asli Fîlîz di pêşangehê de wê wêneyên xwe yên bi navê, “Nexşa jina destê wê li ser newqa wê”, “Gilgamêş”, “Zerduştî”, “Şamanîzm”, “4 Jin 4 Ax”, “Mûsa Anter”, “Keçên winda yên Dêrsimê”, “Şahmeran û “Berxwedana Garîbe Gezerê” bide nişandan.
A. Asli Fîlîza ku bêhtir berhemên hunerî yên dijîtal amade dike, di vê pêşangehê de berhemên xwe yên bi akrîlîkê amade kiriye, wê pêşkêş bike.
“Rengên Mezopotamyayê” yekem pêşangeha A. Asli Fîlîzê ye.
A. Asli Filîzê derbarê pêşangeha xwe de niha gotiye: “Ez piranî xebatên dijîtal dikim. Lê bi alîkarî û arastekirina dersdarê min Ingoyî, min dest bi xêzkirina wêneyên akrilik kir. Ez di van xebatên xwe de bêhtir çand û rengên Mezopotamyaya ku min jiyana xwe lê derbas kiriye, bikar tînim. Bi vî şêweyî ez dixwazim çanda gelê Mezopotamyayê û bi taybet jî ya kurdan û zilm û zordariya di dîrokê de li wan bûye û hîna li wan dibe, bînim ziman. Ji ber wê ye ku ez gelekî zêde li ser mîtolojî û dîrokê kar dikim.”
Derbarê A. Asli Fîlîzê de
Beşa dîzayna grafîkan a Zanîngeha Beykentê qedandiye. Li rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê dest bi yekem karê xwe yê profesyonel kiriye. Ev 20 sal in vî karî dike û heta niha ji bo albûm, konser û fîlmên Metîn Kemal Kahraman, Ciwan Haco, Kazim Oz, Mehmet Akbaş, Hêja Netirk, Sûat Ûsta, Fûat Saka, Cafer Solgûn, Alî Yureklî, Rodî Guven Yalçinkaya, Mizgîn Mujde Arslanê afiş, logo û bergên albûmên muzîkê amade kirine. Her weha ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, Kovara Jîneolojiyê, Teatra Sarya Baran, Sînemaya Kobaniyê, NÇM, MIG Zentrum, CENI Kadın, Rojbîn Kadın, Nûjînha, Yeni bir mecra û gelek saziyên din afîş û logo û bergên pirtûkan amade kirine.
Di sala 2019an de li Zanîngeha Hunerên Xweşik a Hamburgê dest bi xwendinê kiriye. Hîna li wir dixwîne. (FD)